NivîskarPerihan Yogurtçu

OXIR

Çand û edetqel  çîmentûwe ke mîrowgel(insan)  le seri pa digirî. Heta dê panzdê sal werji  î qave  ey edete le degelî îme gî  hêwî. Ey edete xênce îme le kû hestin  wê nêzanim lê  “OXİR” le  dêgeli îme hêwî û heman nû êdin dîestî.

Le edetê îme wexte  ke   jine didî le oxiri merikgel  tiştî firê eyw wî.  Oxir çastin?  Oxir;  wexte ke mêrikî  dielwiqirî  jine  je verî merike  nê xericî heta ke merike dixericî û diçû. Ke jine werji merike wixericî firê eywe, ewkese tiştî mûhime.

Kêçax  ke  milletê  êdî je degel bar kirdin we şêr ey edete  êdî kem kem hîştigin we cî. Le seri ey edete je zarûtî xum mînakî wirim. Mînakî;  bîçikim,  dazde  an jî sîzdê sal hestim   ke  xweşim we e edete  nedihat.

Rûjî çîm  we êdikim witim edê niyay ke wiçin we baxê. (Le dêyê îme her malî baxî êngurê hewî)

Edikim jî şa wî û wit ke de este qe wiçîn. Ke dikey çîn  ingirim ke merikî aya diyay keftim de pîli edikim  û dam le oxiri merike, Min  we hûşê  zarûtiyê xumo xweşim we ey edeteman ne dihat  û gordi  ey edete ceng dikirdim ke jinqel  jê ey zûritîye xilas win.

Edikim  qêrê lêm qirt  û wem vit la law  dwête  tu era eço kirdê? Min we derdi  ew eywe ne keftiyim derdê dili min  ezîyeta ke jinqel dikîşinê.

Min dişim ke bila ey edete je nawça estî. Hetta le firê şûn jî dişîn ke wexte ke jine le oxiri mêrike ne vista û ke da le oxiri  ra mêrike bext xirawî diwage. Tişti xiraw dihatige we serê

Eycare jî dikerim ke dili edikim wî kerim lê, le la dili ewî tiştî firê xirawe û eywe. Lê le la dilimin karî firê baş kirdigim. Min û edikim çîn wê nawî baxê û ra edikim  qalê kirdim  qe ede   mesela ayastin.

Min  xweşim we ey ededê xuman nîyay, ra xatiri ewe eço kirdim. Ey edete le la dili milletê îme wekî ol (din) wî. Ke    diday le oxiri mêrike dawîşe ke gune wî. Ewqese tiştekî  pîroz wî.

Halbûke le  pêxembereman ke dingirê, Fatmê  dwêtê   qe je dero dikefî je dûrîn, je weri dwêtê xwê diestî we pa.

Nêwîşike eye jine, min raçe je verê estim we pa? Yekî jî we rastî ey edete tiştikê we dinê nê kefî.

Ey qave ey edete edin le wo çaxê mage,   çûnke jingel edin dixwînin û diwîninê  ke  edeti eço îjnîyê û wê dihesin ke jine jî yekî ke   mêrike jî yekî ke.

Edete  tiştekî eçowe ke  milletê  xwê le seri pa digirî. Lê  helbet  edete  başe le bani ser û çêwe, ke baş niye jî da wîlînê we cî.  Milletî ke çiqas xwê  wogwêrnand,  ewqese we nûya da wi çû.

deqe dema xwendinê

Ber çavan ra derbas kin
Kapalı
Başa dön tuşu