PÎROZBAHÎYA BIZAVA ASTÎYA NAVXWEYÎ BI DELI VA NEWROZA 2026

Em bi navê Bizava Aştîya Navxweyî-BAN, cejna Newroza 2026ê,bo gelê Kurdistanê, bo rêber û endamên BAN, li her çar parçên welatî, li Asay Merkezî, li Ewropa û li herderekê din, ji dil pêroz dikin. Hêvîdarin ku sala 2026 bibe sala guherînên bingehîn ji bo tubahî, azadî û serkeftina doza gelê me li hemû Kurdistanê.
Bi vê delîvê, em pêrozbahîyên mazin li serwerên siyasî yên Kurdistanê dikin ên ku giringî dane tubahiya siyasî ya navxweyî, nexasime Cenabê serok Mesud Barzanî, rêzdar Mezlum Abdî û rêberên partîyên siyasî li Bashur û li Rojava Kurdistanê. Wan di vê rewşa hestiyar û metirsidar da, destkeftiyên gelê kurd li Rojava û li Başurî pêkve, parastin, tubahîyeka karîger, li ser asta netewî, navnetewî pêkanînin û encamên erênî misoger kirin. Herwesan em pêrozbahîyeka mazin li her şeş partiyên siyasî yên Kurdistana Rojhelat dikin ku bi perpirsyarîya xwe ya natewî rabên, Hevpeymanî, di navera xwe da damezirandin. Hêvîdinrin ku ew xurtir û firehtir bibe, hemû partîyên din tev li xwe bike û azadîyê bo gelê kurd li Rojhelata Welatî, misoger bike.
Ji aliyek din vê, em pêvajoya Aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê ku li layê Serokê PKKê Berêz Abdullah Ocalan û dewleta Tirk despêkiriye, pirozdikin, hevîdar ku hemû partiyên kurd nexasime li Bakur, piştevaniyên pêdivî û xurt, jêra pêşkêş bikin. Bi vê delîvê, em ban li Dewleta Tirk dikin ku cidiyeteka mazin û objectif bo serkeftina vê pêvajoyê pêşkêşbike, rastîya gelê me wek netewek ji çar netewên mazin li Rojhelatan Navîn, qebulbike, gora vê rastiyê, ji niho paşve rabûruniştinan digel rêberên kurd bike, mafên gele yên siyasî, idarî û çandî nasbike.
Di dawîyê da, em bang li hemû partîyên siyasî û sazîyên medenî li Kurdistanê û li derve dikin ku tubahiyê di nav xwe da, li ser bingehê stratejîyeka natewî avabikin û ji bo vê armancî sazîyeka pêdivî ji bo hevkarî û hevşêwurînê, damezirînin.
Bijî Tubahîya Netewî û Aştîya Navxweyî.
Dr Musa kaval
Serokê Bizava Aştiya Navxweyî-BAN
19. Adara 2026.



