BEŞÊ SÊYEMÎN

BEŞÊ SÊYEMÎN
ARMANC, BERNAME Û PEYREWÊ BAN
A. ARMANC Û BERNAME
BEND 13.
- Armanca sereke ya BANê ewe ku zêhniyet û çanda Aştîya-Navxweyî li seranserî Kurdistanê, di nav xelk, partî, sazî, herwesan pêkhateyên Kurdistanî da, belav bike û bidete pejirandin (qebûlkirin) û jîyandin.
- BAN dixebite ku zêhnîyet û çanda aştîyê di bîrûbawerî, di kiryar, di gotar û di hemû astên civatê da belav bibin; nexasime, cihê xwe di malbatê da, di dibistanan da û di nav ferdan da bigire.
BEND 14.
BAN hewil dide:
- Ku her arêşek di navbera hêzên sîyasîyên kurdistanî da bi riya diyalogê û li ser bingehên berjewendiyên netewî û bê tundûtîjî bêne çareserkirin.
- Ku hêz, partî û saziyên kurdistanî ji bo doza rewa ya gelê kurdistanê harîkariya hev bikin û ji hev re nebin asteng.
- Ku hevrikîyên sîyasî yên rewa (mucadele) di navbera hêzên Kurdistanî da nebin binas (sebeb) bo tundûtîjî, ceng û dijminîtîyê.
BEND 15.
BAN dixebite ku çanda hevrûmetgirtin û hevqebûlkirinê di navbera hêz, partî û bizavên sîyasîyên kurdistanî da misoger û berdewam bibin.
BEND 16.
BAN hewil dide ku stratejîyeka hevbeş bo parastina mafên gelê Kurdistanê di navbera hêzên sîyasîyên kurdistanî da bête afirandin û gora vê yekê tekoşîn û sîyaset bi hemahengî û hevbendî bête kirin.
BEND 17.
BAN dixebite ku:
- Peywendîyên erênî li ser hemû astan di navbera gelê kurdistanî û gelên Arebî, Turkî û Farisî da her geş û xweş bin; herwesan aştî, hevrûmetgirtin û dostîtî di navbera wan da xurt û berdewam bibin.
- BAN dixebite ku peywendîyên dostîtî û çandî di navbera gelê Kurdistanê û hemû gelên cihanê da geş bike; herwesan destek û piştevanîya wan bo bidestxistina mafên demokartîk û rewa wergire.
BEND 18.
BAN piştevanî û harikariyê dide hemû hawildan û xebatên ku dixwazin arêşeyan di navbera Kurd û dewletên cîran da bi riya aştîyê û diyalogê, bê ceng û bê tundûtîjî, bêne çareserkirin.
BEND 19.
BAN girîngîyê dide lêkolînên zanistî û akademî, bi taybetî, di warên jêrîn da:
- Hemû curên lêkolînên (tijînewe) pêwîst bo afirandin û duristkirin û bicihkirina zêhniyet û felsefa Aştîya-Navxweyî di bîrûbaweriyên ferdî, sîyasî û civakî da; herwesan bo karanîna wan di jiyan û peywendiyan da.
- Çaredîtin bo arêşeyên sîyasî, ayînî, mezhebî û civakî li Kurdistanê.
- Stratejî û têkiliyên navdewletî.
- Dîplomasî û dîplomasîya netewên bê dewlet
- Jeopolîtîk û Jeostratejîya Kurdistanê û Rojhelata-Navîn
- Pirsên civaknasîya Kurdistanê.
- Pêşvebirina aborî
- Pirsên girêdayî bi Asayîşa-Netewî ve.
- Lêkolîn li ser pêşvebirin û parastina federalîtîyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
BEND 20.
BAN, gora binyat û armancên li jor diyarkirî û gora pêwistî û rewşên cuda, lêkolîn û raportên taybet amade dike û pêşkêşî alîyên peywendîdar dike.
BEND 21.
Ev erke bi taybetî dikeve ser milên kesatîyên şahreza di warên zanîstiyên cuda da: Felsefî, sîyasî, sîyaseta navdewletî, dîplomasî, civaknasî, qanûnî, qanûna navnetewî, ayînî, dîrokî, aborî, stratejî, jeopolîtîkî û hemû babetên din yên peywendîdar.
BEND 22.
Ji bo ku felesefe û zêhniyeta Aştîya-Navxwî di nav Kurdistaniyan da belav bibin û encamên erênî peyda bibin, BAN, birên (grûp) xebatên zanyarî li her dereka pêwîst be ava dike.
BEND 23.
BAN giringiyê dide gencan û zanyarî, perwerda Aştîya-Navxweyî pêşkêşî wan dike.
BEND 24.
BAN bi riya semîner, konferans û wesileyên ragehandina hemdem, felsefe, bîrûbawerî û prensîbên pabend bi Aştîya-Navxweyî ve di nav gel û hêzên kurdistanî da belav dike.
PEYREWA BANê
ENDAMÎTÎ.
BEND 25.
Mercên endambûna BAN:
Her kurdistanîyek bi van mercên li jêr rêzkirî dikare bibe endamê BANê.
- Peymana û peyrewa Aştîya Navxweyî bipejirîne.
- Bo binecihkirina armancên wê bixebite.
- Temenê wî ji 18 salan kêmtir ne be.
- Bi qencî di civatê de navdarbe.
- Çu ferqûcudahiyan ji ber sebebên nejadî, ayînî, îdeolojî, herêmî, sîyasî, eşîretî yan binemalî di navbera kurdistaniyan de ne ket.
- Ferz e ku endamên BANê, başxizmetkirina her hemwelatîyekê li ser hemû taybetmendîyên din re bigrin û rêz lê bigirin.
BEND 26.
Ji bo endambûnê ferqûcudahî di navbera jin, mêr, ayîn, mezheb, eslên etnîkî, bîrûbaweriyên sîyasî û ideolojî da nayê kirin.
BEND 27.
Endamên BAN:
- Bo Aştîya-Navxweyî dixebitin û xizmeta berjewendiyên hevbeş bo gelê Kurdistanê dikin.
- Çu caran berjewendîyên xwe, yan berjewendîyên partî, yan sazîyên din li ser berjewendîyên giştî û Aştîya-Navxweyî re nagirin.
BEND 28.
Her endamek, bi sifetê xwe yê ferdî di vê Bizava-Aştîya Navxweyî da cih digire û bes xwe û dîtinên xwe temsîl dike.
BEND 29.
Endamên BANê dikarin serbixwe bin yan endam yan tagirên partî yan sazîyên kurdistanî bin.
BEND 30.
Sazîyên civakî û medenî jî, eger Peymana Bizava Aştîya Navxweyî bipejirînin û bo binecihkirina armancên BANê bixebitin dikarin bibin endam.
BAN toreke taybet bo danandina peywendiyan li gel sazîyên civakî û medenî, çêdike.
BEND 31.
Her endamek serbixwebûna BAN û armancên wê diparêze û
zêhnîyeta Aştîya Navxweyî li ser asta sîyasî, civakî û di nav gelê Kurdistanê da, belav dike.
BEND 32.
Endametîya BANê bi yekê ji van binasên jêrîn bi dawî dibe.
Mirin
Destjêberdan
Derêxistin.
II. NAVEND Û ORGANÊN BIZAVA AŞTÎYA NETEWÎ
BEND 33.
NAVENDA BANê li Fransa dibe.
BAN civatên xwe li her derên pêwîst li Kurdistanê û li derveyî welat vedike.
BEND 34.
Organên BANê berîtîne ji:
Civata (meclis) Aştîya Navxweyî. CAN
Desteya rêveberîyê DER
Civatên herêmî. CIH
Komîtên cuda cuda
BEND 35.
Civata Aştîya Navxweyî CAN ji 23 endamên damezirîner pêktê.
CAN 9 endamên yedek hene.
Gora pêwîstiyan hejmara endamên CAN dikarin zêde yan kêm bibin.
Lazime ku temenê endamên CAN ji 30 salan kêmtir nebît û pileya xwandinê ji bekalaryos (Lîsans) kêmtir nebe.
BEND 36.
Kesatîyên di civatê da naskirî û bibaşî qebûlkirî, weke hunermend û rewşenbîran ji mercên pileya xandinê û temenî têne vavartin (istîsnakirin).
BEND 37
Endamên CAN bo midehê 4 salan di kongira giştî da têne hilbijartin û endamîtiya wan dikare bête ve nûkirin.
BEND 38.
TEŞKÎLATÊN CAN
Civata Aştîya Navxweyî CAN organa sereke ya Bizava Aştiya Navxweyî ye û merkezê biryarên giring e
CAN ji nav endamên xwe desteya rêveberiyê destnîşan dike.
CAN serpereştîya bicihkirina biryar û xebatên organên BANê dike.
Harîkarî û sanhiyên pêwîst bo vekirina leqên nû dike.
Desteyên pêwîst bo geşkirina xebatê vedike.
CAN helsengandinên hêja bo organ û endamên xwe dike.
BEND 39.
CAN:
Her sê mehan carekê civînên xwe yên qanûnî dike.
Eger pêwîstî hebe, civînên awarte li ser daxwaza serok yan daxwaza piraniya endamên Desteya Rêveber yan endamên CANê tête kirin.
Ferz e ku civînên awarte li ser rojeveka dîyarkirî bêne kirin.
BEND 40.
Desteya Rêveber DER.
Desteya Rêveber berîtiye ji serok û yazde (11) endaman.
Desteya rêveber her mehê carekê kom dibe.
Eger pêwîstî hebe, civînên awarte li ser daxwaza serok yan piraniya endamên desteya rêveber tête kirin.
BEND 41.
Desthilatdariyên DERê.
Plan û nexşên xebatê destnîşan dike.
Biryarên pêwîst bo karê giştî digire.
Komîte (lecne) ji bo karûbarên pêwîst ava dike.
Endamên desteya rêveber eger pêwîst be serokatîya komîteyan dikin.
BEND 42.
Desthelatên Serok
I. Serok nunerîtiya BANê dike.
II. Du harîkarên xwe ji nav endamên DERê dest nîşan dike ku ferz e yek jin be û heftiyê carekê bicivin.
III. Serperiştiya kar û çalakiyên BANê dike.
BEND 43.
Civatên herêmî. CIH
CAN ji bo xebata Aştîya Navxweyî civatên herêmî ava dike.
Civatên herêmî berîtîne ji civatên parêzgehan, qezan, nahiyan û gundan.
BEND 44.
Civata parêzgehan:
Endamên Civata her Parêzgehekê ji yanzde endamên eslî û ji heft endamên yedek pêk tê.
Her qezayek nunerekî bo endamitiya civata parêzgeha xwe destnîşan dike.
BEND 45.
Civatên qezan.
Endamên civata qezan ji neh endamên eslî û pênc endamên yedek pêk tên.
Her nahîyek nunerekê ji endamên xwe bo endametîya civata qeza xwe destnîşan dike.
BEND 46.
Civatên nahîyan ji heft endamên sereke û sê endamên yedek pêk tên.
BEND 47.
Civatên qezan û nahîyan, ji bo gundên bi xwe ve girêdayî civatan çêdikin.
BEND 48.
Çênabe ku rêjeya endamên civatên parêzgehan kêmtir bin ji nunerên qazan û herwesan rêjeya endamên civata qezan kêmtir bin ji nunerên nahîyan.
Eger rewşek wesan peyda bibe, nunerên civatên parêzgehan û qezan dê bêne zêdekirin bi rêjeya ku hejmara wan ji sedê pênceh û yek kêmtir nebe.
Ji bo geşkirina xebat û peywendiyan di navbera civatan da komîtên hevbeş tên danandin.
BEND 49.
Lazime ku temenê endamên civatên parêzgehan, qezayan û nahiyan û gundan ji 30 salan kêmtir nebin.
Lazime ku pila xwandina endamên civatên parêzgzhan û qezan ji dîploma peymangeha dusalî kêmtir nabin.
BEND 50.
Hukmên benda 36-37, ji bo endamên eslî û yedek yên civatên, parêzgehan, qezan û nahîyan jî duristin.
BEND 51.
CAN civatan li deveyî Kurdistanê vedike.
Li her cihekê, li derveyî Kurdistanê ku pênc kurdistanî yan zêdetir hebin û Peymana Aştîya Navxweyî bipejirînin (qebûl bikin) dikarin civatekê li wê derê ava bikin.
BEND 52.
BANê du curên rêxistinên xwe çêdike:
Şêwazê gelerî li ser binageha gelerî durist dibe.
Pîşekî li ser binemaya pîşekî durist dibe.
BEND 53.
(demkî)
Heta kongira BANê çêbibe endamên civatên parêzgehan, qezan û nahîyan di encama danûstandin û civînên xwecihî û bi hevkarî di gel Civata Aştîya Navxweyî têne destnîşankirin.
BEND 54.
Desteyên xebatan berîtîne ji du curan.
Desteyên Berdewam:
Desteya ragehandin.
Desteya peywendiyên civakî
Desteya perwerde.
Desteya lêkolîn û têjînewên zanistî.
Desteya malî.
Desteyên demkî gora pêwîstiyan, bo armancên diyarkirî, ji layê
CANê ve tên danandin.
* Bizava Ashtîya Navxweyî, ji layê hejmareka kesatîyên Kurdistanî, ji her çar parçeyên welatî ve hate damezirandin. Dr Musa Kavalî, ji bo damezirandina Bizava Aştîya Navxweyî-BAN, dora şeş mehan, peywendî, şêwir û danustandin di gel dora pênc sed kesatîyên Kurdistanî, ji jin û mêran, ji her çar parçan û ji derveyî welatî kirin. Herwesan hemo partiyên sereke ji her çar parçeyên Kurdistanê agehdarkirin. Ev têkilî, rûbirû, bi telefonê yan bi naman çêbûn û proje, armanc û binemayên BANê, hatin zelalkirin. Bo vê armancê, berî damezirandinê, pir civîn, semîner û konferans, jî, li ser vî babetî hatin kirin. Di metnekî taybet da, dê dîroka avakirina Banê û navên damezirînerên wê, her wesan navên wan kesatîyên piştevanîya wê kirîne, bên nivîsandin.