Aştî û Aramî

Yek ji mijarên sereke aştîya navxweyî û paşê aştîya navdewletî ye ku jîyanê aram û azad dike. Aştîya navxweyî hêz e, deng e, gotinbuha ye; şerê navxweyî xwekujî ye, melûlî ye, şikestin e, kuştina jîyanê ye.
Di malbatekê da xwuşk û bira bi hev bikevin û neyartiya hev du bikin, dibe sedemê êş û azarên dê û bavan, belavbûna malbatê, bê hêzbûn û şikestina malbatê pêk tê. Meriv dikare vê mînakê ji bo miletekî jî bîne ber çavan.
Tifaq û îtîfaqa nav miletekî her daîm hêz û dewlemendî ye Di her alîyê jîyanê da û timî dengê bilind derdikevin, helbet di nav miletekî da pirrengî, pirdengî heye, ew jî dewlemendiya miletan e. Lewra ya muhîm ew e ku di bingeha miletbûnê da yekîtî, yekrêzî, hevkarî û piştgirî hebe ew dewlemediya herî muhîm e. Tifaq û îtîfaq her daîm qezenc e, aramîy e, aştî ye. Di asta navxweyî da pirsgirêkên neyînî hebin jî bi têkilî û diyalogan çareser dibin ne bi şer û pefçûnan.
Her wiha aştî û aramîya navdewletan jî her daîm jîyan e, di warê aborî, aramî, perwerdehî, azadî, xwezayî, bêtirs jîyan dibe derman bo siheta merivan. Di her qada jîyanê da şer mirin e, aştî jîyan e.
Zinet Dinçer



