Ahmed KanîNivîskar

Nivîs

Gelo Sazkirina Aştîya Navxweyî Hêsan e?

Sazbûna Bizava Aştîya Navxweyî (BAN), bi fermî nêzîkî deh salan e, bi raya giştî ra hatîye parve kirin. Lê ez bawer dikim, bi sed salan berî niha, tovê aştîya navxweyî ji alîyê fîlozofê kurd, Ehmedê Xanî ve hatîye çandin.

Di destpêka sed sala 21. da Dr Musa Kaval li Başûrê Kurdistanê di nava ji 500î zêdetir rewşenbîr û rêveberên kurdan da şêwra avakirina Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) kiriye. Herî dawî di 14ê Hezîrana 2016an da PEYMANa BANê, bi zaravayên Kurmancî (bi tîpên latînî) û Soranî (bi tîpên aramî), li Bakurê Kurdistanê, li cem Weşanxaneya J&Jyê daye çap kirin.

Em wek rêveberîya BANê li Bakurê Kurdistanê nêzîkî du salan e, xizmeta Bizava Aştîya Navxweyî dikin. Ji ber ku em dixwazin Bizava Aştîya Navxweyî, hizir û felsefeya aştîyê bigihîne hemû kurdên li ser rûyê cîhanê; em hewl didin Konseya Bilind a Kurdistanê bi beşdarîya her çar parçeyên Kurdistanê ava bikin.

Lê dema em pêşnîyaza bi hev ra xebatê li rewşenbîr û rêveberên kurdan dikin, gelek ji wan dibêjin ku ev karekî pir zehmet e. Em jî dipirsin ma bi rehetî çi tê holê? Heta meriv nan jî necû, gelo meriv dikare wî nanî jî daqurtîne?

Em dipirsin “Gelo Sazkirina Aştîya Navxweyî Hêsan e?” Bersiv ev e: Belê ger her kurdek aştîxwaz milê xwe bide ber vî barî wê demê pir hêsan e…

deqe dema xwendinê

Ber çavan ra derbas kin
Kapalı
Başa dön tuşu