NivîskarŞehmuz Sefer

ÇOLISTANEKE BEDEWÎ

ÇOLISTANEKE BEDEWÎ

Tu kengî bigirî

Wê lehî li ba min rabe

Tu kengî bikene

Wê pirêzeyên min bişewitin ji german

Tu kengî çavên xwe yên xezalî vekî her sibe

Wê emrekî din ji serê min derbas bibe

Tu kengî min li çolistaneke

Bedewî

Bihêle

Qubbeya min eniya te ye ey yar!

Mijankên min ji bo te limêj dikin

Bi her çavekirina xwe

deqe dema xwendinê

Başa dön tuşu