Edebîyat û Aştî

Em wek Bizava Aştîya Navxweyî zêdetir pirtûkên ku têkildarê aştîyê ne dixwînin. Dawîya hefteya çûyî (13.12.2025) roja şemîyê, li salona Jûra bazirganîyê panelek bi navê “Doza Kurdî Piştî Şer/ Sê rehend(boyut)”ê hebû. Panel ji alîyê DENG Lêkolînê ve hatibû li dar xistin. Jiber mijar zêde teknîkî bû panel bi tirkî bû, lê gelek beşên bi kurdî jî (destpêk, pirs û bersêv) hebûn. Axaftvanê yekem nivîskar Sedat Yurttaş li ser rewşa sîyasî rawestîya. Di dawîya panelê da min romana wî ya bi navê “Emma Çînê/Harşîta”yê wek dîyarî jê girt û sozê di demeka kurt da xwendinê dayê.

Ev roman ji 11 beşan pêk tê. Du beşên pêşîn û du beşên dawîn wek mekan gundê Cingilşînê yê deşta Gewrê hilbijartîye. Lê çîroka karaktera ku romanê navê xwe jê girtîye, wek mekan ji Hindistanê ta Kurdistanê ji xwe ra hilbijartîye. Wek hûn xwendevan jî dizanin her aştî û aramî piştî şer û alozîyan pêk tên. Romana me jî ji şerê hindîyan yên li hember îngilîzan dest pê kirîye û beş bi beş behsa şerê naxweyî yê hindîyan, yê hindî û pakîyan, yê pakî û bengalîyan kiriye. Û pê ra behsa şerên ku kurdan li hemberî dagirkerên Kurdsitanê kirine dike.
Ez dixwazim li ser aştîyê bi tenê şîretên Pêşewa Qazî Muhamed ji we ra peşkeş bikim:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Ey gelê kurd, birayên min ên hêja! Ey qehrxwarên zorlêkirî! Vaye ez, di qavên dawî yên jîyana xwe da, mîna çirayeke ku berîya vemirandinê ronahîyê belav dike, bangî we dikim…”, ji bo xatirê Xwedê êdî dijminahîya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefroşin dijminan. Dijmin her û her dixwaze ku tenê karê xwe bi xwe pêk bîne û qed bi we ra merhemet naket; di her fersendekê de qed li we nabihure. Dijminê gelê kurd pir in, zordest û bêşewqet in. Sembola serkeftina her gel û netewekî hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya gel ya giştî ye. Her gelê ku yekîtî û tebayîya wî nebe; ew ê her tim di bin destê dijmin de be. Tu tiştê we, gelê kurd, ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e. Belkî hûn, bi mêranî, egîdî û hêjatîya xwe, ji gelên ku rizgar bûne li pêştir in jî. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne. Lê belê yekîtîya yên ku xwe rzigar kirine hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê êdî bindest nebin. Bi yekîtî, nekirina hesûdîya hev û xwenefirotina dijminan hûn dikarin rizgar bibin… Ango: Mirazê me şîret bû û me kir, me hûn spartin Xwedê û em çûn. Xizmetkarê gel û welat. Qazî Mihemmed.”



