Medya

DESTÛRA BIZAVA AŞTÎ

a.    Bizava Aştîya Navxweyî – BAN

بـزاڤـی ئـاشتـی نـاوخـۆيـی – بــان 14/06/2016

DESTÛRA BIZAVA AŞTÎYA NAVXWEYÎ-BAN

(PEYMAN, BINYAT, BINGEHÊN GIŞTÎ, ARMANC, BERNAME Û PEYREW)

NAVEROK

a.     Bizava Aştîya Navxweyî – BAN. 1

PEYMANA AŞTÎYA NAVXWEYÎ (MÎSAQ) 3

PÊŞGOTIN.. 3

A.    TAYBETÎYÊN PEYMANA BIZAVA AŞTÎYA NAVXWEYÎ 4

a.     Zêhinyeta “ez û bes ez”. 5

b.     Babetên têkildar bi Aştiya Navexweyî ve. 6

B.    PARÇEKIRIN Û BÊDEWLETÎYA GELÊ KURDISTANÊ. 7

a.     Hêz û lawaziya Kurdan. 7

b.     Kirdar (Fakterê) hêzê. 8

c.     Kirdar ( Fakterê ) lawazîyê. 8

C.    NETEWA KURDÎ Û AŞTÎYA NAVXWEYÎ 10

a.     Aştî 11

b.     Netew.. 11

c.     Bingehên Netewa kurdî 12

d.     Bingehê cografî. 12

e.     Bingehên çandî û dîrokî 13

f.     Bingehên etnikî û demografî 13

g.     Binemayê Berxwedan li dijê dagirkerî û zordariyê. 14

h.     Kirdarê Dîn. 14

i.      Kirdarê Dagîrkirin. 15

j.      Fakterê Dîn-Dagîrkirin. 15

k.     Fakterê Berxwedan li dijê dagîrkirinê. 16

l.      Aştîya-Navxweyî. 17

BEŞÊ DUYEMÎN.. 19

BINYAT Û BINGEHÊN GIŞTÎ 19

BEŞÊ SÊYEMÎN.. 22

ARMANC, BERNAME Û PEYREWÊ BAN.. 22

A.    ARMANC Û BERNAME. 22

PEYREWA BANê. 24

ENDAMÎTÎ. 24

BEŞÊ YEKEMÎN

PEYMANA AŞTÎYA NAVXWEYÎ (MÎSAQ)

PÊŞGOTIN

Ji ber sebebên cuda: dîrokî, ceosîyasî û ceositarejî, her dem, xeterên mezin li dijê gel, welat û Asayîşa-Netewî ya Kurdan hebûn, hene û dê bi pir şêwazan bidomin. Lewma, ferz e ku gelê me bikare xwe li hember van xeteran biparêze, bo vê armancê baştirîn çareyan bibîne, zincîra bê tevahiyê û lawazîyê biqetîne û di encamê da xwe ji bin nîrê zordarîyê û bindestîyê derîne. Bi hizaran salin ku gelê Kurd hatîye bindest kirin, welatê wî hatîye parçekirin, ji mafên xwe hatîye bêparkirin, hemû curên zordarî, bêbextî, qirkirin û koçkirinê li dijê wî hatîne kirin û hêj niho jî berdewamin.

Netewa kurd li hember vê zulmê, bi şêwazên cuda tekoşîn daye û hêj vê tekoşînê dike. Lê mixabin ne kariye, azadîya xwe bistîne, ne jî yekîtiya xwe biafirîne.

Pir caran di dîroka kevin û nû da guherînên mezin di Rojhelata navîn da çêbûne; di encamê da derfetên pir baş bo yekbûna gelê Kurd û avakirina dewleteka kurdîstanî peyda bûyîne, lê mixabin ji ber nakokîyên hundurî û nebûna aştîya navxweyî, Kurdistanîyan nakarîbûne van derfetan bikar bînin û yekîtî û azadîya xwe bi dest xwe ve bînin.

Ev guherînên ku di salên dawî da, li Rojhelata-Navîn qewimîne û didomin, derfetên zêrîn bo Kurdan diafirînin. Lê mixabin her weku em dibînin, li her parçekî Kurdistanê, nakokî didomin, carbicar gurtir dibin wek agirî navmala Kurdistanîyan dişewitînin. Tirs heye ku ev derfetne jî wek yên berê, ji destê gelê Kurdistanê biçin û çu mifan jê nebînin.

Eger gelê Kurd vê carê jî rizgar nebe, bindestî û perîşanî dê berdawam bibe. Bêguman berpirsyar û gunehkarên sereke akter û hêzên siyasî ne, lêbelê ne rast e ku bêjin, ji bilî wan kesek din jî nîne.

Herwesan û di heman demê da, akterên ne siyasî jî di van erk û berpirsyariyan da beşdarin û di ast û rewşên xwe da gunehkar in. Lewma ew pirseka netewî, welatparêzî û hevbeş e, eger gelê Kurdistanê azadiya xwe bistîne, herkes pê bextewar, serbilind û keyfxweş e, lê eger bindest bimîne heryek serşûr, pûsîde û rûreş e.

Gelê Kurdistanê bi dehan serhildan kirîne û hêj niho jî didomîne, lê nekarîye azadiya xwe bistîne, ne jî hevbendiyek û stratejiyek hevbeş li dijê dagirker û dijminên xwe biafirîne. Ji ber vê yekê ew her bêçare parçekirî maye û belengaz û riswa ye. Gelo binasên (sebeb) sereke kî ne û çi ne? Dijminên biyanî ne, yan fakter û akterên xweyanî (navxweyî) ne? Em bawer dikin ku binasên sereke navxweyî ne, di serî da kurd û kurdistanî ne û di çand û zêhniyeta hevbeş a siyasî û civakî da veşartîne. Lewma di kevin da, Aştiya-Navxeyî di nav rêber û hêzên siyasîyên kurdistanî da nebûye û mixabin niho jî, nîne.

Ji ber vê yekê, ferz e ku her kes: rewşenbîr, hunermend, kesatîyên siyasî, civakî, aborî, zanyarî, bi erkên mirovî, netewî û welatparêzî rabin û bi hev re bilez bixebitin da ku Aştiya-Navxweyî peydakin û zêhniyeta wê di jiyana siyasî û civakî da avabikin. Herwesan ferz e ku ew hemû bixebitin da vî kevirê dijminîtiyê ku bi hizaran salin di demarên mejiyê hevbeşê Kurdan da bi cih bûye, xetimandiye û rê li ber zêhniyeta Aştiya-Navxweyî girtiye, zû biferikînin û jê derînin. Ji bo ku ev Aştî di nav hêzên siyasî da, di nav civata medenî da, belavbibe û zêhniyeta wê jî, di bîrûbaweriyan da, cî bigire, ferz e ku bizavek taybet hebe û bo vê armancê û felsefê tê bikoşe.

Navê vê bizavê, « Bizava Aştîya Naxwewî – BAN e. Ew bi şêwazek bê alî (bêteref) û xwebexş çêbûye û erkên giran, pîroz yên neteweyî xistîye ser milên xwe. Ev bizaveka xwedan prencîp e û piştrast e ku dikare bi xebateka hevbeş û berdewam, zêhniyeta xweperestî, herêmperestî, berjewendiyên partîperestî yên teng û redkirina terefên din, hizrên tundrew nehêle. Di cihê vê yekê da, aştîya navxweyî, rêz li hevgirtin, bercewendiyên netewî, hevqebûlkirin û nehêlana hizirên tundrew bi cihbike.

A.     TAYBETÎYÊN PEYMANA BIZAVA AŞTÎYA NAVXWEYÎ

Peymana Aştiya navxweyî bingehek hizirmendî, felsefî û exlaqî ye. Ji bo Bizava Aştîya Navxweyî, ew bi taybetî, giringiyê dide pêşxistinên zêhnî, hizirî û têgeheştinên zanîstî û eqlanî yên kitane (ferdî) û hevbbeş; ewên ku dikarin gelê Kurdistanê, di hemû rewşan da, pêş ve bibin, kesîtiyek bihêz, serwext û berpisryar biweribînin (çêkin) û bi vî şêwazî kesatîya netewî û Aştiya-Navxweyî, biafirînin.

Bizava Aştiya-Navxweyî dixebite ku babetên pabend bi berjewendîyên netewî ve, ji bo xelk û hêzên siyasiyên kurdistanî, bibin bilindtirîn nirxên civakî, exlaqî û siyasî. Bi şêwazek wesan ku herkes wan pîroz bibîne û rêzê bo wan bigire.

Binyatên (prensîp) Peymana-Navxweyî dikarin tovên serkeftinê, tifaq û bihêzbûnê biçînin û bi vê yekê, zêhnîyet û çanda, rikberî, hevkujî û dijmintîyê di çanda sîyasîya Kurdistanî da bimirînin.

Hingê Kurd dê bikarin baştirîn çareyan bo hemû arêşe û kêşeyên navxweyî bibînin û stratejiyên pêwîst bo azadiya gelê Kurdistanê biafirînin û bikar bînin.

Mixabin ev rewşa ku evro li Kurdistanê heye, eger hosan, bidomîne, çu mizgîniyên xêrê bo gelê me naîne. Bi berevajî metirsiyek mezin heye ku ev rewş helomercên arêşan, alozîyan û girifdariyên berdewam û tund biafirîne. Em dibinin ku çewan, li Başur, li Bakur, li Rojhelat û li Rojavayê Kurdistanê nakokî, dijîtî û hevlawazkirin di navbera partî û hêzên siyasî da hene, çawan ew ji hev ditirsin û di encama vê yekê da, arêşe û rewşên wesan çê dibin ku dibin astengên mezin ji bo xurtbûna gelê Kurd û ji bo damezirandina dewleta kurdî. Ji ber van arêşan, siyasetek, projeyek û sitratîjiyeka hevbeş, di navbera partiyên Kurdistanî da, ne di hundurê çu parçên Kurdistanê da, ne jî di navbera her çar parçeyan da nîne.

a.                  Zêhinyeta “ez û bes ez”

Bi dirêjîya dîrokê da zêhniyeteka pir metirsîdar li cem rêveberên gelê Kurd çêbûye û di çanda siyasî û civakî da jî bi cih bûye. Ew ji bo paşeroja netewa Kurd û ji bo tifaq û yekîtiya partiyên siyasî yên kudistanî pir bi xeter e. Ew zêhniyet bi kurtî ev e : “Ez û bes ez, eger ne ez ne kes” Vê zêhniyetê di peywendî û di jiyana siyasiya kurdistanî da hêlîna xwe çêkirîye. Lewma piranîya sermîyan, mîr û begên Kurdistanê di demên borî da, ji bilî xwe kes ne dihebandin, ji bo sermîyaniya dewleta kurdî, kes ne dipejirandin û her dijîtîya hev dikirin, harîkariya dagîrkeran û dijminan dikirin. Bi vî şêwazî her yekê yên din dimirandin yan didane hilweşandin. Çi zû, çi direng dora hilweşandina her yekê ji wan bi destên dijminan dihat. Ev zêhniyet wek ejdehayekî yek bedenî û duserî ye, têr nabe, her birsî ye; xudanê xwe dide kuştin û kuştinê bi wî jî dide kirin. Ew her dem hosan kar diket, xwudanên xwe bihev bide pelixandin, paşê wan dixwe.

Ji aliyek dine ve, aştiya berdewam û durust ew e ku bi hesta aştîperwer, bi peywendî û çalakiyên dadwer di civatê da bibe serwer. Eger dadyarî (edalet) ji bo aştiyê bibe can, herwesan jîna civakî û siyasî jî, bo dadyarîyê, bibe cendek, (kelex), ew dê li ber arêşeyan, alozîyan û girifdarîyan bibin xendek. Vêca aştî dê bibe serwer û dadyarî jî dê bibe rêber. Hingê gelê Kurd di Rojhelata-Navîn da dê bibe hêzeka serwer.

Dema ev zêhniyet çêbibe û hêvênê wê di civat û siyasetê da belav bibe, hingê, ew dê bikare kesatîyên aşt, malbatên aşt, kesûkarên aşt, cîranên aşt, gundên aşt, taxên aşt, bajarên aşt, herêmên aşt, gelê aşt, netewa aşt biweribîne (çêbike); di encamê da, welatê aşt, dewleta aşt biafîrîne. Vêca xelkekî bihêz, pêşkeftî û bitifaq peyda dibe; di encamê da her kes bi aramî û bextewarî dê bijî.

b.                 Babetên têkildar bi Aştiya Navexweyî ve

Lazim e ku Aştiya-Navxweyî bête têgeheştin, wek sistemek zêhnî û çandî ku dibe bingeh bo rêveberiya siyasî, îdarî û civakî. Ew sîstem ji pir babetên pêkvegirêdayî pêktê û her babetek ji wî re wek endamê laş e û yekudu temam dikin. Eger yek ji van endaman nebe yan lawaz bibe hemo sîstem têk diçe û zerermend dibe. Ji ber vê yekê Aştiya Navxweyî girêda ye bi piranîya mijarên jiyana siyasî û civakî ve, nexasime evên jêrê: Aştiya-Netewî, Berjewendiyên-Netewî; Netewparêzî; Netewperestin; Welatparêzî; Xweza û jîngeh; Cografiya Kurdistanê; Ceosîyasîya Kurdistanê; Dewlet; Sîyaset; Demokrasî; Diktatorî; Partiyên sîyasî; Berpirsyarî û Erk; Sermîyanîtî (leaderşip);

Azadiya ferdî; Azadiyên giştî; Dîn; laîkîtî (sekolarism) ; Peywendî di navbera Dîn û siyasetê da; Heramkirina xwîna Kurdan bi Kurdan; Çareserkirina arêşeyên navxweyî; Malbat; Civat; Civata Kurdistranî; Hemwelatî; kesayetî; Dadyarî (edalet); Dadyarîya civakî (edaleta civakî); Wekhevî li hember qanûnê; Çanda Tolvekirin û Zerera wê ya civakî û sîyasî; Lihevborîn; Tundrewî; Maf; Wekheviya jin û mêran; Ziman û çanda Kurdî; Perwerde; peywendîyên dostane di gel Netewên ciranên Kurdistanê; Piştgirtina diyalogê bo çareserkirina doza gelê Kurd, li Tirkiye, Iran, Iraq û Sûriyê. Herwesan Aştiya-Navxweyî giringiyê dide hemû babetên din yên ku pabend in bi berjewendiyên gelê kurdistanî ve.

Ev babet û çemik (konsept) hev temamdikin, sîstemeka zêhnî û hemaheng di asta siyasî û civakî da avadikin. Ew sîstem bandorên erênî û binirx li ser şêwazên hizirînê, kirinê û axiftinê diafirînin û tovê kesatîyek berpirsyar, hêjayî û jêhatî di nav nifşên nû da û di civatê da diçînin.

Lê ferz e ku ew çemkên han, gora berjewendî û hewcehîyên gelê Kurd bêne xwendin, fehmkirin û bikaranîn; ne gora hindek teoriyên biyanî ku digel taybetmendî û berjewendîyên Kurdistanîyan naguncin. Herwesan ferz e ku ew bi armanca pêşketina civata kurdistanî û aştî û yekîtiya netewî bêne lêkolîn û belavkirin û xwendin. Bizava Aştiya- Navxweyî vî karî bi erkên xwe dibîne û bi berpirsayarî pê radibe.

B.       PARÇEKIRIN Û BÊDEWLETÎYA GELÊ KURDISTANÊ

 

Berî ku li ser vê pirsê biaxivîn, ferz e îşaret bi hind rastiyên dîroka kevin û nû bikeyin. Di van sê hezar salên borî da bi dehan dewlet û impiratorî li vê herêma ku bo tête gotin Rojhelata-Navîn hatine avakirin. Hindekan ji wan, bi sedan salan domandîne, paşê wunda bûyine. Herwesan pir gelên biyanî ji walatên pir dûr hatîne ev herême dagirkirîne, tê da dewlet çêkirîne, bi sedan salan, tê da jîne, paşê bi dawî hatîne. Kurd yeke ji kevintirîn gelên vê herêmê, belê mixabin, nekariye, ne yekîtiya xwe biafirînît ne jî dewletek bihêz li Kurdistanê bidamezirînît. Gerçi di hind midehên dîrokî da hejmarek begên kurd bihêz ketîne, mîrnişîn avakirîne û mercên dewletê peydabûnê, lê dîsan jî, nekarîne, ne hemû kurdistanê azad bikin, ne jî demek dirêj dewam bikin. Di demên cuda da û bidirêjîya dirokê, bi dehan mîrnişînên kurdî avabûne, bi sedan salan domandîne, paşê kitkit bi destên dewletên biyanî, herifîne û wunda bûne. Herwesan ji sala 1914 heta niho, 140 dewletên nû, li Cîhanê avabûne. Lê mixabin Kurdan, ne yekîtiya netewî çêkirîne ne jî li parçeyekê Kurdistanê dewletek avakirîne.

a.    Hêz û lawaziya Kurdan

Di gel ku gelê Kurd nekarîye yekîtîya netewî çêbike û dewleta xwe avabike, belê, wî, bi dirêjiya tarixê li dijê dagîrkeran bi şêwazên cuda, tekoşîn kiriye; di encamê da karîye li welatê xwe bimîne, ziman, çand û nasnameya xwe biparêze û bidomîne. Ji vê dîroka hezaran sal in û ji berxwedana gelê Kurd du fakterên dijhev diyar dibin. Ew herdu bi hebûna gelê me ve girêdayîne. Yek ji wan xurtîye, ya din jî lawazîye û herdu di kevin da hebûn û niho jî berdewamin:

b.   Kirdar (Fakterê) hêzê

Bi saya vî fakterî gelê Kurd karîye bi dirêjîya dîrokê li ber xwe bide û hebûna xwe li welatê xwe berdewam bike. Bi rastî, di van sê hezar salên borî da bi dehan xelkên mezin di vê herêma ku bo tête gotin Rojhelata-Navîn peydabûn, lê jiber guherînên giran û dijwar, ew heliyan wundabûn û di dawiyê da, ji holê rabûn. Lê bi berovajiya wan Kurdan karine xwe û welatê xwe di hemû rewşan da biparêzin û li ser erdê xwe bimînin. Bi vê yekê diyar dibe ku hêzek zindî û canek vaşartî li cem gelê kurd heye; kes neşê wan bibîne, ne jî bişkêne. Ji ber vê yekê gelê kurd di dawiyê da dê bi ser bikeve û azadîya xwe bistîne.

c.    Kirdar ( Fakterê ) lawazîyê

Herweku me işaret pêkir, bi saya fakterê yekemîn, gelê Kurd tekoşîna xwe berdewam kirîye, hebûna xwe li ser erdê xwe parastîye, lê ji ber fakterê duyemîn, nekarîye yekîtîya xwe misoger bike û welatê xwe ji bindestîya sîyasî û îdarî ya bîyanîyan rizgar bike. Evro gelê Kurd yeke ji kevintirîn û mezintirîn miletên bê dewlet di cihanê da.

Vêca niho dem hatîye ku Aştîya Navxweyî bête afirandin û sebebên lawazbûna Kurdan bêne qewutandin. Herwesan xurtbûn cihê lawazbûnê dagire, rewşek zêhnî, sîyasî-civakî, madî û manewî biafirîne ku ew lawazî carek din ne zivire.

Bizava Aştîya Navxweyî dixebite û bi şêwazên cuda hewil dide ku binasên vê lawazîyê baş bibîne û wê ji nav civata kurdî derîne.

Ji bo vê yekê, ferz e ku em bersivên van pirsên jêrî bibînin: “Gelo bo çi gelê Kurd nekarîye, yekîtîya netewî pêk bîne xwe ji bindestiyê derxîne û dewleteka serbixwe li welatê xwe biafirîne?”

Di gel vê pirsê, pirsek din jî heye û pêve girêdaye: “Gelo çewan mumkune ku netewa kurdistanî xwe xurt bike, hêzên belav kom bike û hêzên nû jî çêbike, da xwe azad bike û dewlata xwe avabike?”

Eger mirov bi kûrî û bi gora zanistîyên sîyasî, civaknasî, li bersiva van pirsan bigere, yek bersiva sereke bo wan herduyan dibîne. Lewma bersiva herduyan di Aştîya Navxweyî da tête dîtin.

Anku, nebûna Aştîya-Navxweyî bûbû binas ji bo ku gelê kurd nekarîye yekitîya xwe avabike û dewleta xwe çêbike. Bersiva pirsa duyemîn jî dîsan her Aştîya-Navxweyî ye. Anku eger ew di nav netewa Kurd da hebûya, di zêhniyeta hevbeş a rêveberên sîyasî da avabibûya, hingê fakterê lawazbûnê yê me li jor behsa wî kirîye, ne dibû û fakterê bihêzbûnê dê bikarîbûya rolek mezin bibîne û di encamê da gelê Kurd, dê bikarîbûya maf û azadiya xwe bistîne.

Bê guman, ji bo neçêkirina dewleta kurdî, ji bo berdewambûna bindestî û parçekirina Kurdistanê, hindek binasên (sebeb) din jî hene, wek komplo li dijê gelê Kurd û wek binasên cografî, ceosîyasî, helwestên dewletên bîyanî, Belê ew ne binasên sereke ne. Herweku me li jor îşaret pêkir, fakterê sereke nebûna Aştîya Navxweyî ye. Fakterên din alîkar in, ne bingehîn in. Lê ji bo nebûna Aştîya-Navxweyî jî sebebek sereke heye; ew jî zêhnîyet e (mentality).

Zêhnîyet dikare bête nasandin wek hişdariya (conscience) ku endam û akterên civaka medenî (Civil society) û akterên sîyasî gora wê, bihayan (Value) didene kiryar, hizir û gotaran û wan pê dinirxînîn. Ji aliyek din ve heman akter, kiryar, hizir û gotarên xwe jî diafirînin û ankuyan bo wan dibînin. Herwesan mirov dikare bêje ku zêhnîyet wek mejîye, bi hizir û bi bawerîye, kesatîya netewî tê da veşartîye. Ji ber vê yekê, her netewek gora zêhniyeta xwe, bihêz e yan lawaz e. Eger netewek bi qebare (hecim), bicûkbe, lê zêhnîyeteka mezin, pêşkeftî û baş hebe, Aştîya-Navxweyî tê da bi cih bibe, ew dikare xwe pêşve bibe û bi madî û manewî xwe xurt bike. Lê eger netewek çend mezin jî be, lê xudan zêhnîyeteka biçûk, paşkeftî û ne baş be, ew dê her vemayî û lawaz be.

Zêhnîyet di rewşa gelê Kurdistanê da binasek (hokarek) du alîye: Alîyek nebûna Aştîya-Navxweyî ye, alîyê din jî hebûna dijhevî ye. Vêca di encamê da, her alîyek, aliyê din xurtir dike û gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî û civakî lawaztir dike.

Ji ber vê zêhnîyetê di dîroka kevîn da Kurdan ne dikarîbûn aştîya navxweyî misoger bikin, arêşeyên xwe çaresser bikin, dijhevîyan pûçbikin, tifaqê û tubahîyê binecih bikin, hêzên xwe yên belav kombikin, hêzên nû peyda bikin, xwe ji nîrê bindestiyê azad bikin û dewleta xwe çêbikin. Eger ev zêhniyet berdewam be, niho jî Kurd nikarin û di demên werin da jî dê nikaribin vê yekê bikin; heta eger ew dewletekê biafirînin jî dê nikarîbin ne wê xurt bikin û ne jî bidomînin.

Evro erkên neslên nû yên Kurdistanîyan ew in ku kêmasî û xeletîyên neslên berî xwe dubare nekin. Bi zêhniyeta Aştîya-Navxweyî, civata xwe ya nû avabikin û radestî neslên piştî xwe bikin. Vêca hindî ku ev zêhniyet baştir bîbe, netewa kurdistanî jî dê xurtir bibe, herwesan hindî ku ew hebe, netew û dewleta Kurdan dê bidomîne.

C.       NETEWA KURDÎ Û AŞTÎYA NAVXWEYÎ

 

Ji ber sebebên cuda: tarîxî, ceosîyasî û ceositarejî, her dem xeterên mezin li dijê gel, welat û Asayîşa-Netewî ya Kurdan hebûn, niho jî hene û dê bi pir şêwazan di dema were da jî dê bidomînin. Lewma ferz e ku gelê me xwe li hember van metirsiyan (xeteran) biparêze, bo vê yekê baştirîn çareyan bibîne. Bi hizaran salin ku gelê Kurd hatîye bindestkirin, welatê wî hatiye parçekirin, û ew ji mafên xwe hatîye bêparkirin. Hemû curên zordarî, qirkirin û koçkirinan li dijê wî hatine kirin û hêj niho jî têne kirin. Kurdan li hember vê zulmê, bi şêwazên cuda tekoşîn daye û hêj di vê tekoşînê da berdewame. Lê mixabin di gel vê yekê jî, ne kariye azdiya xwe bistîne, ne jî yekîtiya xwe biafirîne.

Herweku me li jorê îşart pê kir, binasê sereke ew bû ku Kurdan ne dikarî aştîya navxweyî misoger bikin, arêşeyên xwe çaresser bikin. Ji bo ku Aştîya-Navxweyî di nav hêzên sîyasî û civata kurdistanî da belavbibe û zêhniyeta wê jî di bîrûbawerîyên sîyasî û civakî da bi cih bibe pêwsîte ku bizaveka taybet hebe û bo vê armnacê bixebite.

Ji bo ku Aştîya-Navxweyî baştir bête fêhmkirin, lazim e ankuyên sê peyvan bêne zelal kirin: Aştî, Netew û Aştîya-Netewî. Gerçi ew her sê gotin ji hev cüdan e, lê ew bihev re girêdayî ne. Ew sê çemkên xweş in, wek sê stêran geş in pêwîsîte ku di esmanê Kurdistanê da biteyîsin û geş bin.

a.    Aştî

Aştî berîtîye ji aramiya giştî ku bipêkkirin, bihevhatin û bihevrûmetgirtin di nav endamên civatê da cih digirît.

Peyva aştî, di zimanê kurdî da, bingehek hevbeş di gel peyva „aşa“ heye. Di Avesta da, ev gotin, bi pir ankuyên (wateyên/maneyên) ayînî hatiye, ankuya pirtir nêzikî aştiyê ev e: Aşa yeke, ji şeş çemkên xudayî di dînê Zardeştî da, ew bi ankuya rêbaza pîroz û adil hatîye. Bi vê yekê Aştî rasterast girêdaye bi nîzam û dadyarîyê ve (edalet). Ji vê wateyê diyar dibît ku aştî sistemek civakiye; li ser baweriya pîroz û dadyar( adil) ava dibe.

Di dînê Îslamî da jî peyva „selam“ ku bi ankuya aştî ye û peyva „Îslam“ ji yek bingeh tên ku peyva „SLM“ (silim),  di civaknasîyê da (sociology): aştî berîtîye ji lihevhatineka dostane di navbera endamên civatê da.

b.   Netew

Çemka netew, bi pir şêwazan, hatîye nasandin, lê mebesta me di vê nivîsê da, ev e: «Netewe, berîtîye ji civateka mirovan ku endamên wê, di encama pêvajoyeka dîrokî da, di welatê xwe da, pêkve dijîn û hejmarek peywendîyên hevbeş yên madî, manawî û xwezayî wan bi hevre girêdidin, wek: hemwelatî, esil, ziman, çand, bîrûbawerîyên ayînî yan pêkvejîyaneka azad». Simayê netewa kurdistanî ji vê nasandinê tête dîtin û ev rastîyên li xwarê diyar dibin:

  1. Netewe ne bes hizreka razber e (abstrakt, mucered), lê kesîtîyeka zindî ye, ji civateka mirovan pêktê û ew civat bi hinde têkiliyên hevbeş û taybet ku li jor hatîne diyarkirin, bi hev re girêdaye.
  2. Endamên wê civatê di encama pêvajoyeka tarîxî da li welatê xwe dijîn û peywendîyên taybet afirandine. Bi vê yekê diyar dibe ku dagirker û kesên biyanî yên bi sebebên cuda têne welatekê, nabine edamên wî neteweyî.
  3. Ev peywendî di navbera endamên civatê da li ser bingehên dîrokî, xwezayî, madî û manewî çêbûne: wek esl, ziman çand, dîn yan bihevra jiyana azad. Bi vê yekê dîyar dibe ku mumkune dîn, ziman yan eslê pêkhateyên netewekê cudab in, lê welat yek e, ew pêkve jîyane, pêkve dijîn, dê pêkve bijîn û ev pêkvejîyan ne bi kotekî û zorê ye lê bi hezkirin û daxwaza hevbeş e.
  4. Herwesan ji vê nasandinê diyar dibe ku eger xelkek serdest, xelkek din bindest bike, qanûn, ziman û çanda xwe li ser wî bisepîne (ferzbike) welatê wî dagirbike, ew xelkê bindest nabe parçeyek ji netewa serdest û ji herduyan yek netewe peyda nabe.

c.     Bingehên Netewa kurdî

Kurd yeke ji çar netewên sereke yên Rojhelata Navîn, (Kurd, Arab, Tirk û Fraris ) û li ser çend bingehên saxlem hatîye afirandin. Ji bo her gel û netewekê taybetmendî û xwemalî hene û ew gora wan ji netewên din têne cudakirin. Ew taybetmendî dikarin wek bingehên avabûna wî ya netewî jî bêne pejirandin.

Dema mirov bi kûrtî, li borî û nihotiya (vê gavê) netewa kurd biponije (analîz bike), diyar dibe ku ew li ser çar bingehên (esasên) sereke avabûye: bingehê corafî; bingehê çandî û dîrokî; bingehê etnîkî – demografî û bingehên berxwedan li dijê zordarî û dagirkirinê.

d.   Bingehê cografî.

Kurdistan welatek bihev ve girêdaye ku di merkezê Rojhelata-Navîn da cih digire, herweha giringî û zengîniyek piralî heye. Nexasme, di warê ceosîyasî da, ew yeke ji giringtirîn herêmên cihanê ye. Di vî derbarî da, Kurdistan welatek şeş dergehî ye: Dergehek ber bi Anatolê û Ewropa ve diçe; yek li ser Qewqasiya û Rusya vedibe; yek li ser Asya-Merkezî; yek li ser Alema Îranî; yek li ser welatên Şamê û dergehê şeşemîn li ser welatên kendavê vedibe.

Hebûna netewa kurd bi dirêjîya dîrokê, girêdaye bi welatê wî ve, ji ber vê yekê di hemû helomercan da, Kurdan, ne welatê xwe berdeye, ne welatên xelkên din dagîrkirîne, ne jî qebulkiriye ku gelên din Kurdistanê bo xwe bikin welat.

Piştî ku belgeyên arkeolojî hatine dîtin û xwandin, dîroka pirtir ji şeş hizar salên borî yên vê herêma ku evro bo tête gotin Rojhelata-Navî, baş tête naskirin. Ji van belgeyan diyar dibe ku di vî midehê dîrokî da, dora sih gel û netewan, li vê herêmê hebûe, beşekê ji wan dewlet û şaristaniyên mezin çêkirine, bi sedan salan domandîne, lê mixabin di dawiye da, bi sebênên cuda helhayîne û wunda bûne. Gelê Kurd yeke ji wan gelên kevintirîn di vê herêmê da. Berî nivîsîn bête afirandin û tarîx bête nivîsin û zanin, gelê me li vê herêmê hebûye û hêj berdewame.

Ji ber vê yekê, bi berevajiya piraniya gelên din, çu belgeyên dîrokî yan arkeolojî heta niho nikarin diyar bikin ku gelê kurd ji deverek din hatiye.

e.    Bingehên çandî û dîrokî

Taybetmendî û zengîniya çand û dîroka Kurdan yeke ji bingehên sereke yên ku heyîn û berdewambûna netawa Kurd pêve girêdaye.

Lêkolînên arkeolijî dîyar dikin ku ev herêma ku evro navê wê Kurdistan e, yek ji zengîntirîn landikên şaristaniyên mirovatîyê ye. Bi dehan şaristanî lê peydabûne, ji ber vê yekê çand, hoy (adet), bermayên zengîn û mîratên van şaristanîyan li Kurdistanê kom bûne. Gelê kurd bi dirêjîya dîrokî ev şehristanî dîtine, bi van çandan jiyaye û ew jiyandîne.

Ji ber vê yekê netewa kurd bûye mîratdarê rewa (waris) yê van şaristanî û çandên zengîn û kevin ku di heman demê da mîratên mirovatîyê ne jî. Beşek mezin ji van çandan bi saya Kurdan û zimanê wan, di çîrok, metelok, serhatî, efsane, govend, stran, mitolijî, edebiyat, floklor, di hoy û bîrûbawerên gelerî yên xelkê Kurdistanê da hatiye parastin. Heta di hunerên gelerî da wek: Nexş û nîşanên li ser berik, mafûr, kepene, tatî û mêzerên Kurdistanê jî, pir sembol û ankuyên şaristanî û ayîni kevin yên vê herêmê ifade dikin, lê mixabin ew evro na êne fehimkirin.

Herwesan, ayînên cuda wek Zerdeştî, Misrayîtî, Mezdîtî, Yehodîtî, Êzdîtî, Mesîhîtî û mezhebên wê, Busulmanîtî û mezhebên wê, Elewîtî, Kakeyîtî, (yarsanîtî) Şebekîtî û pir bîrûbaweriyên din yên ayînî li Kurdistanê peydabûyine û beşek ji wan hêj berdewamin. Bi vê yekê çand, folklor û şaristanîya Kurdistanê zengîntir bûyîne.

Bi saya zimanê Kurdî navên pir cihên tarîxî yên ku di belgeyên arkeolojî da derbas dibin hatine parastin û dikarin di paşerojê da pir zanyariyên giranbiha li ser şaristanîyên kevin aşkere bikin.

f.     Bingehên etnikî û demografî

Bingehek ji bingehên sereke yên netewîtîya kurdî ewe ku gelê Kurd di welatê xwe da xudan demografiyek mezin e. Kurd ne kêmnetew e, lê birastî, digel netewên Erebî, Farisî û Tirkî, yeke ji çar netewên mezin di Rojhelata-Navîn da.

Gelê Kurd, wek gelên Farisî, Almanî, Frensî, Ingilîzî, Rusî û pir gelên din li Ewropa û li Asya, yeke ji xelkên Hindo-Ewropî ku bi gelên Arî jî têne naskirin. Di pêvajoyên dîrokî da, pir refd (grûp) û xelkên kevin di vê herêmê da, jîyane, yan bi sebebên cuda hatîne û jê çûyîne. Wek hemû xelkên cihanê, xelk û çandên din jî tevlî Kurdan bûne. Gelek kes ji wan xelkan hatîne Kurdistanê, di nav gelê kurd da, helîyane. Bi vê yekê çand, folklor û şaristaniya Kurdistanê zengîntir bûye.

Ji alîyek din ve pir refdên (grûbên) kêmjimar ji xelkên din jî li Kurdistanê dijîn, wek Asûrî, Kildanî, Sûryanî, Ermenî, Turkmen, Ereb, Laz û Çerkez û hwd. Netewa Kurdistanî ji gelê Kurd û van xelkên din, hemûyan diweribe (pêktê), di encama vê yekê da, hoy (adet), çand, ziman, edebiyat, ayîn û folklorên Kurdan û yên van xelkan hemûyan pêkve dewlemendî û şehristaniyek pir mezin bo hemû netewa kurdistanî diafirînin.

g.    Binemayê Berxwedan li dijê dagirkerî û zordariyê

Gelê Kurd bi hezar salan, bi şêwazên cuda û gora zeman û rewşên cuda, li dijê dagirkeran, tekoşîn kirîye. Ev berxwedan bûye fakterek girîng ji fakterên çêbûn û taybetmendiyên netewa Kurd. Di pêvajoya weribûna (formation) netewan da, pir fekterên cuda hene. Eger pir bi kurtî behsê wan bikin dikarin di çar curên bingehîn da kombikin. 1. Dîn; 2. Dagîrkirin; 3. Dîn û dagîrkirin bihevre; 4. Berxwedan li dijê dagirkerî û zordarî. Berî ku bêyine ser fakterê berxwedanê, pêdivîye ku bi kurtî behsê hersê fakterên din jî bikeyin.

h.   Kirdarê Dîn.

Fakterê dîn pir caran rolê karîger di weribandina (formation) netewan da leyîztiye. Di vê rewşê da, bawermendên bi dînekê, dînê xwe li ser xelkekê yan li ser birekê xelkên din disepînin (ferz dikin) yan bi wan didine pejirandin (qebûlkirin). Paşê, ew xelkên duyemîn tevlî xelkê yekemîn dibin, ziman û dînê wî bo xwe pîroz dibînin û di pêvajoyek dîrokî da, dihelin. Lewma li ziman û çanda xwe nabin xudan û di encama vê yekê da dibin perçeyek ji xelkê yekemîn. Bi vî şêwazî netewek nû ji wan diafire. Pir netew bi vî şêwazî di mideh û cihên cuda de çêbûne.

i.      Kirdarê Dagîrkirin.

Wek dîn, dagîrkirin jî, di pêvajoyên dirokî yên cuda, bûye fakterek serekî ji bo peydbûna netewên nû. Di vê rewşê da, xelkek, xelkekî din, bindest dike, welatê wî didagire û bo xwe dike welat, herwesan zordariyên madî, manewî û çandî li dijê wî dike, ziman û çanda xwe li ser wan disepîne (ferzdike).

Di encama vê yekê da, xelkê yekemîn nirx, bihayên civakî, çandî û zimanê xelkên duyemîn diperçiqînin, binpêdikin, biçuk û kêm qîmet dihesibînin. Ji ber vî sebebî rewşek civakî, saykolojî û zêhnî diafire gora wê, xelkê duyemîn li biha, nirx, çand û zimanê xwe nabe xudan. Herwesan xelkê bindest ji nasnameya xwe ya resen, şerim dike yan ditirse ku lê bibe xweyî û wê biparêze, bi vê yekê ew hêdî hêdî dest ji nasnameya xwe ber dide. Paşê, xelkê bindest di nav xelkê serdest da dihele û ji wan herduyan netewek nû diafire.

Di dîroka kevin û nû da pir dewletên dagirker bi vî şêwazî hewil dane ku gelê Kurd bihelînin, çand û zimanê wî biroxînin. Hemû curên zulim û zordariyan li ser gelê me bi kar anîne. Bi taybetî piştî şerê cihanê yê yekemîn û damzirandina Dewlet-Netewan li Rojhelata-Navîn, her çar dewletên ku Kurdistan parçekirîne ev sîyaset li dijê gelê Kurd bikar anîne. Lê gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê ev plan û proje qebûl nekirîye; bi dehan raperîn li dijê wan kirîye û niho jî berdewame.

j.     Fakterê Dîn-Dagîrkirin.

Dîn û dagîrkirin du fakterên cuda ne, belê di hind rewşan da, ew bihevre komdibin û fakterek pir bihêz û bi bandor ji wan peyda dibe. Di vê rewşê da ew dibin du fakterên bi hevre girêdayî û wek yek fakter ji bo bindestkirin û helandina xelkên bindestkirî têne bikar anîn. Bi vê yekê ew hev xurtir dikin. Di vê barodoxê da dagîrkirin û helandina xelkê bindest rewabûna xwe rasterast ji ayîn digire.

Gelê Kurd, bi dirêjiya hezarên salan û di pêvajoyên dîrokî yên cuda da rastî van rewşên borî hatiye. Dagîrkeran, ji bo vê armancê her curên zordariyê, zulim û qirkirinan li dijê Kurdan bi kar anîne. Ev cure hewildan bi şêwazên cuda hêj niho jî berdewamin. Belê berxwedanên gelê Kud ne hêlayîne ku ev hewildan bigehin armancên xwe. Ev yeke dîyar dike ku gelê Kurd pir fakterên hêza xurt, nepenî û nerim hene. Lewma Kurd ne helayîne, ne welatê xwe bicih hêlayîne ne jî dest ji tekoşînê bo azadiya xwe berdane.

k.   Fakterê Berxwedan li dijê dagîrkirinê

Berxwedan jî li dijê dagikirinê yeke ji fakterên duristbûna netewan. Di vê rewşê da, hestên netewî û çanda fîdakarî û xwebexşînê li cem xelkê bindest xurt dibin.

Pir kêm in ew xelkên ku karîbûne wek Kurdan, bi hezarên salan li dijê dagîrkirinê tekoşînê bidin û li ser erdê babûkalên xwe hebûna xwe bidomînin û di encama vê berxwedanê da bibin yek ji netewên dînamîk. Mumknune ku nimûneyên wek Kurdan di dîrokê da nînin yan nemabin.

Bi dirêjiya dîroka hezarên salan pir caran xelkên cuda hatine û Kurdistan dagîrkirîne, bi xwe re ayîn, çand û zimanên cuda anîne. Beşek ji wan ji welatên dûr hatine, bi demên dirêj li Kurdistanê mane û hukumdarî jî lê kirîne, dewlet û împiratorî avakirîne, belê Kurdan bi şêwazên cuda li dijê wan tekoşîn û berxedanên dijwar û demdirêj kirîne, nasname, ziman, welat û çandên xwe parastîne, û di dawiyê da ew ji welatê xwe derandîne.

Tekoşîna gelê Kurd bûye fakterek karîger ji bo xurtbûna hestên netewî di nav xelkê da; herwesan ew bûye sebebê danûstandin û peywendîyên sîyasî, îdeolojî di dem û astên cuda da. Kurdan bi sedên salan bi şêwazên cuda di dem û herêmên cuda da, li dijê dagîrkerên cuda, berxwedan kirine. Ev berxwedan carinan çekdarî bûye, carinan bi aştî bûye, carinan bi hêz bûye, carinan lawaz bûye, carinan bi serokatiya mîran, şêxan, melan û serokeşîran bûye. Di dawiyê da niho partiyên siyasî rêveberiya vê tekoşînê dikin. Belê, mixabin ji ber nebûna Aştîya- Navxweyî ev partî û hêzên sîyasîyên kurdistanî, nikarin yekîtiya netewî misoger bikin, gelê Kurd xweser bikin û welatê xwe azad bikin.

Van tekoşînên cuda bandorên xwe rasterast û ne rasterast li ser hemû gelê Kurdistanê kiriye. Lewma, wan cihek mezin li ser hest û wicdana hevbeşa gelê Kurd peyda kiriye. Ji ber vê yekê, van berxwedanan di çîrok, serhatî, stran, folklor û efsanên gelerî da, cihek mezin girtiye û çandek netewî û edbiyatek zengîn afirandîye.

Piştî şerê yekemînê cihanî, gelê Kurd di navbera Turkiye, Iran, Iraq û Sûriyê da, bê îrada wî û bi kotekî û zordarî hate parçekirin. Lê vê yekê rastiya netewbûna Kurdan ji holê nerakiriye û neşê rake. Bi berevajî, hestên netewî, xurtir û kûrtir bûyine. Bizava îdeolojî, sîyasî û çekdarî bo azadiya gelê Kurd, berî damezirandina van dewletan hebû, di pêvajoya damezirandinê da jî dewam dikir û heta niho hêj berdewame.

Netewbûna Kurdan rastiyek sosyolojî, sîyasî, tarîxî, demografî, çandî û corafi ye jî. Kurdan qet parçekirina welat û gelê xwe qebûl nekirîye. Ji ber vê yekê ev bû sed sal ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bo azadî û mafên xwe yên rewa tekoşînê dide. Vêca dem hatîye, belkî bi direngî jî ketiye, ku netewa Kurd vê tekoşînê bi encam bixîne, xwe ji bindestîyê derîne û azadiyê bi dest xwe ve bîne.

Erk û berpirsyariyên sîyasî û exlaqî yên mezin û berdewam, bi taybetî dikevîn li ser partî û hêzên siyasî û rêveberên Kurdan. Lê herwesan, bi şêwazek giştî, her kurdistanîyek jî di asta xwe da, erkdar û berpirsyar e. Vêca ferz e ku Kurd, bikarin encamên erênî bo vê tekoşînê bi dest bixînin, maf û azadiya xwe bistînin û vî mîratê xwe yê dîrokî, vê zengîniya mirovîtîyê, şehristanîyê biparêzin û zengîntir bikin. Ji bo ku serkeftin bibe para Kurdan, ferz e ku ew tuba û tifaq bin.

l.      Aştîya-Navxweyî.

“Aştîya-Navxweyî berîtîye ji rewşek sîyasî û civakî ku peywendiyên aram û hevkariyê, di çarçoveya sîstemek zêhnî û çandî da di nav hemû akterên sîyasî û civakî da peyda dike” Ev nasandin di heman demê da ji bo aştîya netewî jî durist e. Dema ku aştîya navxweyî, di welatekê da, di nav ferdên gelekê da cihê xwe bigire, hingê çandek giştî, sîstemek û rêbazek zêhnî û civakî bi rêkûpêk û qahîm, durist dibe. Gora vî sîstemî, tenahî û tubahî, li hevhatin, pêkkirin avadibîn, dînamîkek hundurî diafirîne û her dem xwe nû dike. Sebeb û delîve ji bo şerê navxweyî, gengeşe û nakokiyên mezin yên dikarin bibin xeter li ser îstiqrar, berjewendî û Asayîşa-Navxweyî namînin. Ew sîstemê zêhnî dibe sebeb ku peywendî di navbera pêkhateyên civakî, hêzên sîyasî, îdeolojî û bîrûbaweriyên ayînî da bi şêwazek medenî û gora berjewendiyên giştî bêne meşandin.

Di rewşa evro da, çewan av, ba û xwarin bo berdewamkirina jiyana her ferdekê girîngin û ferz in, wesan jî Aştîya Navxweyî û netewî, bo aramî, pêşketin û xurtbûna gelê Kurd pêwîst û girîng in. Ev girîngî ji bersiva vê pirsê diyar dibe:

“Gelo Aştîya Navxweyî çê dike? Arêşeyan pûç dike, hêzên belav kom dike, hêzên nû peyda dike, gelê Kurdistanê pê xurt dike, ji belengaziyê dûrdike, ji bindestîyê azad dike. Belê, aştî vê dike” 

BEŞÊ DUYEMÎN

BINYAT Û BINGEHÊN GIŞTÎ

 

BEND 1.

  1. Bizava Aştiya-Nevxweyî, bi kurtî dibe BAN
  2. BAN, kurdistanî ye, ne li ser binemayê (esasên) parçebûna Kurdistanê, çêbûye.
  3. Pabend e bi binyat (pirensîp) û bingehên peyman, bername û peyrewa Aştîya-Navxweyî û bo binecihkirina wan dixebite.

BEND 2. BAN:

  1. Ji ber ku bizaveka hizirmendî ye, xebata xwe li ser bingehê kurdistanîbûn (pêkve girêdana û gel û xak) dike.
  2. Hemû Kurdistanê wek yek cografî dibîne û hemû Kurdan digel gişt cudahiyên ayînî, mezhebî, zaravî û civakî, wek yek netew dihesibîne rûmeta wan digire.
  3. Rûmet û rêz dide hemû pêkhatiyên kurdistanî, herwesan dide taybetmendiyên wan yên zimanî, çandî û ayînî.
  4. Dixebîte ji bo zengînkirin û pêşvebirina çand, zêhnîyet û pêkvejîna aştîyane di navbera civata kurdî û hemû pêkhatîyên Kurdistanî da.

BEND 3. BAN:

  1. Bizavek felsefî, rewşenbîrî û hizirmendîye.
  2. Aştîperwer e, bawerî bi tundutîjiyê nîne, wê nake û napejirîne.
  3. Bizavek medenî ye, serbixwe ye, ne girêdaye bi çu saziyên din yên siyasî û civakî ve.
  4. Ne hevrik e, ne jî girew e (alternetîv e) bo ço hêz û partiyên siyasî.

BEND 4

BAN, li ser binyatên (prensîp) bi hevşêwirîn, hevkarî, danûstandin û diyalogê avabûye û dixebite.

BEND 5. BAN:

  1. xebata xwe li hemû Kurdistanê û li derveyî welat dike.
  2. Ji bo xizmeta Aştiya-Navxweyî navend û desteyên xebatê li her cihê pêwîst vedike.

BEND 6.

BAN, bawer dike ku misogerkirina Aştîya-Navxweyî mercek sereke ye bo rizgarkirin, aramî, pêşvecûyînên sîyasî, civakî, aborî herwesan madî û manewî bo gelê Kurdistanê.

BEND 7.

BAN, bawer dike:

  1. Nebûna Aştîya-Navxweyî di navbera sermyanên ( rêber) kurdistanî da, bi kûratîya dîrokê bûye astenga sereke ji bo yekirina Kurdistanê û serbixwebûna Kurdan.
  2. Ku ji ber nebûna zêhniyeta Aştîya-Navxweyî di nav hêzên sîyasiyên kurdistanî da gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê nikarît ji derfetên çêdibin mifa bibîne û yekîtiya welatî çêbike; xwe ji bindestiyê rizgar bike û mafên xwe yên rewa misoger bike.

BEND 8.

BAN, bawer dike ku zêhnîyeta Aştîya-Navxweyî dê bikare:

  1. Bilez gelê Kurdistanê ji vê rewşa heyî, ji nakokî, hevrikî, dijminîtî û gengaşeyên hundurîn bi dûr bêxe, herwesan ji paşveman, ji girifdariyên sîyasî derîne.
  2. Gelê Kurdistanê bigehînîne asteke bilind di nav refên natewên pêşketî û bi hêz da.

BEND 9.

BAN, bawer dike ku:

  1. Heta aştîya naxweyî di zêhnîyet, xebat û di têkiliyên nav partî, sazî û hêzên kurdistanî da cihê xwe ne gire, gelê Kurdistanê nikare, bi hêz bibe.
  2. Heta gelê Kurdistanê bihêz nebe, ne dikare mafên xwe yên netewî bistîne, ne jî bide pejirandin (qebûlkirin).
  3. Herwesan heta gelê Kurdistanê bihêz nebe nikare aştîyê li gel netewên ciranên xwe bide pejirandin.

BEND 10.

BAN, bawer dike:

  1. Ku eger peywendiyên siyasî û civakî bi Aştîya Navxweyî, ne êne misogerkirin, her dem metirsîyên mezin li dijê asayîşa netewiya kurdî dê hebin,
  2. Ku Aştîya navxweyî jî misoger nabe, eger zêhnîyeta wê li cem akter û hêzên sîyasî, herwesan di civata kurdî da cihek bilind ne gire, bi taybetî eger ew li ser hemû berjewendiyên partîperestî û kesperestî zal (xurt) nebe.
  3. Pêwîste ku peywendiyên siyasî, civakî, aborî û perwerde, gora binyat (prensîp) û bingehên Aştîya-Navxweyî, ji nû ve bêne dariştin û kar pê bête kirin.

BEND 11.

BAN, bawer diket ku eger hêzên sîyasiyên kurdistanî zêhnîyet û çanda Aştîya-Navxweyî neafirînin û di jiyana sîyasî da bikar neînin, çend tekoşîn û qurbanan bidin jî, nikarin mafên gelê Kurd û azadiya wî bistînin.

BEND 12.

BAN, bawer dikea ku ferz e hemû, sazî, rêxistin û dezgehên çandî û civakî, herwesan kesatî, rewşenbîr û hunermendên kurdistanî, her yek di warê xwe da û li cihê xwe bo Aştîya-Navxweyî û çareserkirina arêşeyên sîyasî bixebitin.

BEŞÊ SÊYEMÎN

ARMANC, BERNAME Û PEYREWÊ BAN

A.   ARMANC Û BERNAME

 

BEND 13.

  1. Armanca sereke ya BANê ewe ku zêhniyet û çanda Aştîya-Navxweyî li seranserî Kurdistanê, di nav xelk, partî, sazî, herwesan pêkhateyên Kurdistanî da, belav bike û bidete pejirandin (qebûlkirin) û jîyandin.
    1. BAN dixebite ku zêhnîyet û çanda aştîyê di bîrûbawerî, di kiryar, di gotar û di hemû astên civatê da belav bibin; nexasime, cihê xwe di malbatê da, di dibistanan da û di nav ferdan da bigire.

BEND 14.

BAN hewil dide:

  1. Ku her arêşek di navbera hêzên sîyasîyên kurdistanî da bi riya diyalogê û li ser bingehên berjewendiyên netewî û bê tundûtîjî bêne çareserkirin.
  2. Ku hêz, partî û saziyên kurdistanî ji bo doza rewa ya gelê kurdistanê harîkariya hev bikin û ji hev re nebin asteng.
  3. Ku hevrikîyên sîyasî yên rewa (mucadele) di navbera hêzên Kurdistanî da nebin binas (sebeb) bo tundûtîjî, ceng û dijminîtîyê.

BEND 15.

BAN dixebite ku çanda hevrûmetgirtin û hevqebûlkirinê di navbera hêz, partî û bizavên sîyasîyên kurdistanî da misoger û berdewam bibin.

BEND 16.

BAN hewil dide ku stratejîyeka hevbeş bo parastina mafên gelê Kurdistanê di navbera hêzên sîyasîyên kurdistanî da bête afirandin û gora vê yekê tekoşîn û sîyaset bi hemahengî û hevbendî bête kirin.

BEND 17.

BAN dixebite ku:

  1. Peywendîyên erênî li ser hemû astan di navbera gelê kurdistanî û gelên Arebî, Turkî û Farisî da her geş û xweş bin; herwesan aştî, hevrûmetgirtin û dostîtî di navbera wan da xurt û berdewam bibin.
  2. BAN dixebite ku peywendîyên dostîtî û çandî di navbera gelê Kurdistanê û hemû gelên cihanê da geş bike; herwesan destek û piştevanîya wan bo bidestxistina mafên demokartîk û rewa wergire.

BEND 18.

BAN piştevanî û harikariyê dide hemû hawildan û xebatên ku dixwazin arêşeyan di navbera Kurd û dewletên cîran da bi riya aştîyê û diyalogê, bê ceng û bê tundûtîjî, bêne çareserkirin.

BEND 19.

BAN girîngîyê dide lêkolînên zanistî û akademî, bi taybetî, di warên jêrîn da:

  1. Hemû curên lêkolînên (tijînewe) pêwîst bo afirandin û duristkirin û bicihkirina zêhniyet û felsefa Aştîya-Navxweyî di bîrûbaweriyên ferdî, sîyasî û civakî da; herwesan bo karanîna wan di jiyan û peywendiyan da.
  2. Çaredîtin bo arêşeyên sîyasî, ayînî, mezhebî û civakî li Kurdistanê.
  3. Stratejî û têkiliyên navdewletî.
  4. Dîplomasî û dîplomasîya netewên bê dewlet
  5. Jeopolîtîk û Jeostratejîya Kurdistanê û Rojhelata-Navîn
  6. Pirsên civaknasîya Kurdistanê.
  7. Pêşvebirina aborî
  8. Pirsên girêdayî bi Asayîşa-Netewî ve.
  9. Lêkolîn li ser pêşvebirin û parastina federalîtîyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

BEND 20.

BAN, gora binyat û armancên li jor diyarkirî û gora pêwistî û rewşên cuda, lêkolîn û raportên taybet amade dike û pêşkêşî alîyên peywendîdar dike.

BEND 21.

Ev erke bi taybetî dikeve ser milên kesatîyên şahreza di warên zanîstiyên cuda da: Felsefî, sîyasî, sîyaseta navdewletî, dîplomasî, civaknasî, qanûnî, qanûna navnetewî, ayînî, dîrokî, aborî, stratejî, jeopolîtîkî û hemû babetên din yên peywendîdar.

BEND 22.

Ji bo ku felesefe û zêhniyeta Aştîya-Navxwî di nav Kurdistaniyan da belav bibin û encamên erênî peyda bibin, BAN, birên (grûp) xebatên zanyarî li her dereka pêwîst be ava dike.

BEND 23.

BAN giringiyê dide gencan û zanyarî, perwerda Aştîya-Navxweyî pêşkêşî wan dike.

BEND 24.

BAN bi riya semîner, konferans û wesileyên ragehandina hemdem, felsefe, bîrûbawerî û prensîbên pabend bi Aştîya-Navxweyî ve di nav gel û hêzên kurdistanî da belav dike.

PEYREWA BANê

ENDAMÎTÎ.

BEND 25.

Mercên endambûna BAN:

Her kurdistanîyek bi van mercên li jêr rêzkirî dikare bibe endamê BANê.

  1. Peymana û peyrewa Aştîya Navxweyî bipejirîne.
    1. Bo binecihkirina armancên wê bixebite.
    1. Temenê wî ji 18 salan kêmtir ne be.
    1. Bi qencî di civatê de navdarbe.
    1. Çu ferqûcudahiyan ji ber sebebên nejadî, ayînî, îdeolojî, herêmî, sîyasî, eşîretî yan binemalî di navbera kurdistaniyan de ne ket.
    1. Ferz e ku endamên BANê, başxizmetkirina her hemwelatîyekê li ser hemû taybetmendîyên din re bigrin û rêz lê bigirin.

BEND 26.

Ji bo endambûnê ferqûcudahî di navbera jin, mêr, ayîn, mezheb, eslên etnîkî, bîrûbaweriyên sîyasî û ideolojî da nayê kirin.

BEND 27.

Endamên BAN:

  1. Bo Aştîya-Navxweyî dixebitin û xizmeta berjewendiyên hevbeş bo gelê Kurdistanê dikin.
  2. Çu caran berjewendîyên xwe, yan berjewendîyên partî, yan sazîyên din li ser berjewendîyên giştî û Aştîya-Navxweyî re nagirin.

BEND 28.

Her endamek, bi sifetê xwe yê ferdî di vê Bizava-Aştîya Navxweyî da cih digire û bes xwe û dîtinên xwe temsîl dike.

BEND 29.

Endamên BANê dikarin serbixwe bin yan endam yan tagirên partî yan sazîyên kurdistanî bin.

BEND 30.

Sazîyên civakî û medenî jî, eger Peymana Bizava Aştîya Navxweyî bipejirînin û bo binecihkirina armancên BANê bixebitin dikarin bibin endam.

BAN toreke taybet bo danandina peywendiyan li gel sazîyên civakî û medenî, çêdike.

BEND 31.

Her endamek serbixwebûna BAN û armancên wê diparêze û

zêhnîyeta Aştîya Navxweyî li ser asta sîyasî, civakî û di nav gelê Kurdistanê da, belav dike.

BEND 32.

Endametîya BANê bi yekê ji van binasên jêrîn bi dawî dibe.

Mirin

Destjêberdan

Derêxistin.

II. NAVEND Û ORGANÊN BIZAVA AŞTÎYA NETEWÎ

BEND 33.

NAVENDA BANê li Fransa dibe.

BAN civatên xwe li her derên pêwîst li Kurdistanê û li derveyî welat vedike.

BEND 34.

Organên BANê berîtîne ji:

Civata (meclis) Aştîya Navxweyî. CAN

Desteya rêveberîyê DER

Civatên herêmî. CIH

Komîtên cuda cuda

BEND 35.

Civata Aştîya Navxweyî CAN ji 23 endamên damezirîner pêktê.

CAN 9 endamên yedek hene.

Gora pêwîstiyan hejmara endamên CAN dikarin zêde yan kêm bibin.

Lazime ku temenê endamên CAN ji 30 salan kêmtir nebît û pileya xwandinê ji bekalaryos (Lîsans) kêmtir nebe.

BEND 36.

Kesatîyên di civatê da naskirî û bibaşî qebûlkirî, weke hunermend û rewşenbîran ji mercên pileya xandinê û temenî têne vavartin (istîsnakirin).

BEND 37

Endamên CAN bo midehê 4 salan di kongira giştî da têne hilbijartin û endamîtiya wan dikare bête ve nûkirin.

BEND 38.

TEŞKÎLATÊN CAN

Civata Aştîya Navxweyî CAN organa sereke ya Bizava Aştiya Navxweyî ye û merkezê biryarên giring e

CAN ji nav endamên xwe desteya rêveberiyê destnîşan dike.

CAN serpereştîya bicihkirina biryar û xebatên organên BANê dike.

Harîkarî û sanhiyên pêwîst bo vekirina leqên nû dike.

Desteyên pêwîst bo geşkirina xebatê vedike.

CAN helsengandinên hêja bo organ û endamên xwe dike.

BEND 39.

CAN:

Her sê mehan carekê civînên xwe yên qanûnî dike.

Eger pêwîstî hebe, civînên awarte li ser daxwaza serok yan daxwaza piraniya endamên Desteya Rêveber yan endamên CANê tête kirin.

Ferz e ku civînên awarte li ser rojeveka dîyarkirî bêne kirin.

BEND 40.

Desteya Rêveber DER.

Desteya Rêveber berîtiye ji serok û yazde (11) endaman.

Desteya rêveber her mehê carekê kom dibe.

Eger pêwîstî hebe, civînên awarte li ser daxwaza serok yan piraniya endamên desteya rêveber tête kirin.

BEND 41.

Desthilatdariyên DERê.

Plan û nexşên xebatê destnîşan dike.

Biryarên pêwîst bo karê giştî digire.

Komîte (lecne) ji bo karûbarên pêwîst ava dike.

Endamên desteya rêveber eger pêwîst be serokatîya komîteyan dikin.

BEND 42.

Desthelatên Serok

I. Serok nunerîtiya BANê dike.

II. Du harîkarên xwe ji nav endamên DERê dest nîşan dike ku ferz e yek jin be û heftiyê carekê bicivin.

III. Serperiştiya kar û çalakiyên BANê dike.

BEND 43.

Civatên herêmî. CIH

CAN ji bo xebata Aştîya Navxweyî civatên herêmî ava dike.

Civatên herêmî berîtîne ji civatên parêzgehan, qezan, nahiyan û gundan.

BEND 44.

Civata parêzgehan:

Endamên Civata her Parêzgehekê ji yanzde endamên eslî û ji heft endamên yedek pêk tê.

Her qezayek nunerekî bo endamitiya civata parêzgeha xwe destnîşan dike.

BEND 45.

Civatên qezan.

Endamên civata qezan ji neh endamên eslî û pênc endamên yedek pêk tên.

Her nahîyek nunerekê ji endamên xwe bo endametîya civata qeza xwe destnîşan dike.

BEND 46.

Civatên nahîyan ji heft endamên sereke û sê endamên yedek pêk tên.

BEND 47.

Civatên qezan û nahîyan, ji bo gundên bi xwe ve girêdayî civatan çêdikin.

BEND 48.

Çênabe ku rêjeya endamên civatên parêzgehan kêmtir bin ji nunerên qazan û herwesan rêjeya endamên civata qezan kêmtir bin ji nunerên nahîyan.

Eger rewşek wesan peyda bibe, nunerên civatên parêzgehan û qezan dê bêne zêdekirin bi rêjeya ku hejmara wan ji sedê pênceh û yek kêmtir nebe.

Ji bo geşkirina xebat û peywendiyan di navbera civatan da komîtên hevbeş tên danandin.

BEND 49.

Lazime ku temenê endamên civatên parêzgehan, qezayan û nahiyan û gundan ji 30 salan kêmtir nebin.

Lazime ku pila xwandina endamên civatên parêzgzhan û qezan ji dîploma peymangeha dusalî kêmtir nabin.

BEND 50.

Hukmên benda 36-37, ji bo endamên eslî û yedek yên civatên, parêzgehan, qezan û nahîyan jî duristin.

BEND 51.

CAN civatan li deveyî Kurdistanê vedike.

Li her cihekê, li derveyî Kurdistanê ku pênc kurdistanî yan zêdetir hebin û Peymana Aştîya Navxweyî bipejirînin (qebûl bikin) dikarin civatekê li wê derê ava bikin.

BEND 52.

BANê du curên rêxistinên xwe çêdike:

Şêwazê gelerî li ser binageha gelerî durist dibe.

Pîşekî li ser binemaya pîşekî durist dibe.

BEND 53.

(demkî)

Heta kongira BANê çêbibe endamên civatên parêzgehan, qezan û nahîyan di encama danûstandin û civînên xwecihî û bi hevkarî di gel Civata Aştîya Navxweyî têne destnîşankirin.

BEND 54.

Desteyên xebatan berîtîne ji du curan.

Desteyên Berdewam:

Desteya ragehandin.

Desteya peywendiyên civakî

Desteya perwerde.

Desteya lêkolîn û têjînewên zanistî.

Desteya malî.

Desteyên demkî gora pêwîstiyan, bo armancên diyarkirî, ji layê

CANê ve tên danandin.

* Bizava Ashtîya Navxweyî, ji layê hejmareka kesatîyên Kurdistanî, ji her çar parçeyên welatî ve hate damezirandin. Dr Musa Kavalî, ji bo damezirandina Bizava Aştîya Navxweyî-BAN, dora şeş mehan, peywendî, şêwir û danustandin di gel dora pênc sed kesatîyên Kurdistanî, ji jin û mêran, ji her çar parçan û ji derveyî welatî kirin. Herwesan hemo partiyên sereke ji her çar parçeyên Kurdistanê agehdarkirin. Ev têkilî, rûbirû, bi telefonê yan bi naman çêbûn û proje, armanc û binemayên BANê, hatin zelalkirin. Bo vê armancê, berî damezirandinê, pir civîn, semîner û konferans, jî, li ser vî babetî hatin kirin. Di metnekî taybet da, dê dîroka avakirina Banê û navên damezirînerên wê, her wesan navên wan kesatîyên piştevanîya wê kirîne, bên nivîsandin.

deqe dema xwendinê

Başa dön tuşu