Lixwevegera Pîroz

Şev û roj, min dixwest roj her wextî ji nû ve ava bibe. Rengê wê yên sor, hêviyên li der dor, bi tîrêjên wê re li nava dilê min baxçeyek vedida.
Ez bi dû xeyalên kûr û dûr diketim. Wê demê min zanibû ku ew ê roj hil bê. Çawa min xwe bi çûyîna rojê re ditewand û diteland ez li benda roja nû dimam, min digot qey zarokên kurdan jî li benda min in.
Her sibê dema bi hilhatina rojê re ez şiyar dibûm û diçûm dibistanê wekî gula berberoyê ku bi hezaran toxim direşand min rûyê xwe dida ber rojê û min pelê xwe vedikir.
Carina min xwe bi zorê digirt. Ji xweşikbûna dengê zarokan, bêhna wan û kenên wan ku ez wan yeko yeko hemêz nekim.
Em bi hev re dema dimeşiyan bi peyva Kurdî “Rojbaş!” ya jî peyva Tirkî “Gunaydin!” me silav dida hev.
Li dû dema dihatin pirtûkxanê ku ez bi hevalekî/e xwe re bi Kurdî biaxiviyama, ya jî romaneke Kurdî guhdarî bikim, wê demê bi çavên xwe yên xweş li min dinêriyan û ji min dipirsîn;
– Tu bi kurdî dizanî? Kurdiya te çi qas xweş e mamoste! Dema ku mirov guhdariya te dike gelek kêfxweş dibe.
Min jî ji wan dipirsî;
– Ka zimanê dayika we çi ye? Ka ji min ra bibêjin!
Hin ji wan digotin “Kurmancî”, hinekan digotin “Kirdkî/Zazakî”, hinekan jî digotin “Tirkî”.
Me dema bi hev ra xwendina pirtûkan dikir û li dû jî behsa naveroka wan dikir, wê demê êdî digotin;
– Em ê heta kengê behsa naveroka pirtûkan bikin? Êdî ji me re bibe alîkar ku em jî bibin nivîskar!
Belê, min ê alîkarî bidana wan. Lê min ji wan sozekî dixwest. Min digot;
– Dema we jî wekî min dest bi nivîsandina zimanê dayika xwe kir ez ê wê demê alîkarî bidim we. Helbestên xwe, çîrokên xwe û nivîsên xwe yên ku we bi zimanê dayika xwe nivîsandibe bi min re parve bikin.
Ew ê demê xemgîn dibûn, digotin;
– Mamoste em ê çawa binivîsin? Hewce dike ku tu me fêrî zimanê dayika me jî bikî.
Min jî pir dixwest ez wan fêrî zimanê dayika wan bikim û atolyeya xwendina bilez, li dibistana ku ez dixebitîm li dar bixim. Ji ber kêmasiya dîtina çavê min ez pir nikaribûm bi kolanê dil ve biçim.
Wêjeya zimanê dayîka wan hewceya wan bû. Wêjiya zimanên din ji xwe têrî xwe dikir. Ez bi lez û bi hêvî diçûm ber gerînendeyê dibistanê. Min ji wî dixwest ku ji me ra li pirtûkxaneya me destûr bide ku em zimanê Kurdî bi zarokan bidin fêrkirin. Lê gerînende piranî bêdeng dima. Peyva “na!” ji devê wî dernediket. Ji ber ku xizmeta zimanê dayîkê ew qas xweş, şîrîn û pîroz bû. Lê wusa xuya bû, ne li gorî qeweta wî bû. Dibe ku xwesteka wî be jî. Heta ku ez ciyekî din bibînim. Yeko yeko zarok dihatin navê xwe li cem min dinivisandin. Digotin;
– Mamoste, dema ku te kursa Kurmancî ya jî Kirdkî/Zazakî vekir navê me binivîse û destpêkê bangî me bike.
Hinek disekinîn û sebir dikirin. Lê xwendekarekî min ê pola dowazdehan hebû bê sebir bû her tim dihat cem min û diçû. Digot;
– Mamoste dosyeya min heye!
Wê demê min qet dosyeya wî guhdar nedikir. Heta ku bi zorê be jî vegeriya ser zimanê dayîka xwe û xwesteka ku min jê kir bi zorê be jî hewl da çû kursên Kirdkî/Zazakî. Li dû jî bi helbestên xwe yên Kirdkî/Zazakî hate cem min.
Dema dipeyivî, ew ê demê qehrên min ên rojên berê diketin bîra min. Lê dîsa jî min bi dengekî bi ken û bi hêvî bersiva wî dida. Min digot:
– Hir bijî ji te re! Her bijî! Roj diçe tu bêtir xwe digihîjînî!
Belê min qet ji zaravê Kirdkî / Zazakî fêm nedikir. Carina ku bi Tirkî ya jî Kurmancî diaxivî, min digot;
– Na na na! Bi Kurmancî, Tirkî ez dizanim. Dor dora Kirdkî/Zazakî ye. Ev zimanê dayîka te ye. Tu yê min jî fêrî zimanê dayîka xwe bikî. Di mejî û hestên xwe de zimanê dayîka xwe ji nû va ava bikî.
Careke din jî ku dihat cem min, min mêze dikir ku hê jî bi Tirkî nivîsiye û bi Kurmancî diaxivî, bi zimanê xwe ne nivîsandiye, min wî ji pirtûkxanê dikir der. Ew ê demê xemgîniya wî li dilê min siwar dibû. Ez hestiyar dibûm. Lê ne di destê min da bû. Ji bona wî, ji bo ku zimanê dayîka xwe fêr bibe hewce dikir ku ez carina jê bixeyidiyama.
Dema bi Kirdkî/Zazakî min helbestên wî guhdarî dikir min jê fam nedikir. Lê dîsa jî ji ber ku bi zimanê dayika xwe nivîsandibû û ji min ra dixwend, wekî ku ez jê fam bikim ez kêfxweş dibûm. Bi kêf min spasî lê dikir.
Vegerîna li zimanê dayîka xwe gelek min kêfxweş dikir.
Ji ber wê jî min biryar da ku ez ê di destpêkê da dosya ku Diyar bi Kirdkî amade kiribe ez ê bi dosyeya xwe ra bi xwendevanên xwe re bidin nasandin. Li dû jî ew zarok û xwendekarên ku bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin û bizanibin bi zimanê dayîka xwe binivîsin ez ê alîkariyê bidime wan jî. Çend dosya li cem min hene. Sala ku bê ez ê dosyeyên din jî li ber xwe bicivînim û li dû jî helbijêrim.
Ciwanên ku li zimanê xwe vegerin û xwe di nava wêjeya xwe ji tunebûnê hebûnek ava bikin em ê berhemên wan ên bi zimanê wan ê dayîkê ku bigihîjînin me em ê binirxînin û ji bo weşandinê bibin alîkar.
Em bi kelecanî li ser doseyeyê xebitîn. Lê erdheja ku yazdeh bajaran hejande, hêvî û xwestekên me jî daliqandî man. Ji ber erdhejên di dilên me da birînên dijwar û bê derman vebûn. Bi hezaran mirov, jin û zarok bêxwedî man. Di nav neçarî û astengî û mehrûmiyetê da man. Ji ber wê jî me karê xwe yê dosyeyê da sekinandin. Û bi rastî jî ji dilê me nat ku em li ser bixebitin. Bêdengiyeke mezin di dil û awazên me de çêbû.
Ez di navbera 21-25ê Reşemiyê de ji dayikê bûme. Ji ber wê jî min pir dixwest ku şeva ku ez li dar bixim, roja 21 Reşemiyê Roja Zimanê Dayîkê be!
Lê nebû nesîb.
Li du erdhejê bêdengiyeke dirêj li me peyda bûbû. Ji ber wê jî ez ê bêdengî xelata ku bidin Diyar Narîn, ji bo bîranînên miriyên erdhejê û zarokên ku bê dayîk mane.
Hêvî dikim ku tu car zarok bê dayîk û bê zimanê xwe nemînin…
VERVATE
Ez ki newe kewto ino rayer, ez se beno sew mi nêzonaynî. Rayer tarî bi, peynîya rayerî nêyasaynî. Yew hewi di rarê mi roşn bi.
Ino şewq şewqê çimonê yayi bi. Înî çimî çimê mamosta Leylana Sidîqi bî. Mi ki mamosta Leylana Sidîq dîyi seba kû gomonê şinasnayişî kû ez erzeno bi mucîzeyon bawer bîyo.
Ser di ki waxt vîyart ez fikrîyawo kû yew merdim ihind zorêyi hewanono sew ez çina ra ki ona vindeno.
Mi Leylana Sidîqi xo rê pêşengi zonayi, xo ra ya zî mi rê pêşeng bîyi.
Ino semed ra ez mamosta Leylana Sidîqi rê zaf weşûwarêyi wazeno. Yayi ez açarnawo zondê mi ser, mi nawit ki zonê yew merdimî ra weşêr çîyîna çinî yo.
Rayero kû mi nawitbi rayerê zonê mi no. Êro ino pirtûk mi nawneno kû peynîya hergû rayerî esta.
Zaf merdimî ino rayer di mi rê paştî vecîyayî, ino semed ra ayî ki ino rayer di yî ez hemin rê weşûwarêyi wazeno…
Diyar Narîn