Medya, Sîyaset û Aştîya Navxweyî

Mem û Zîn // | Bi Kurdîya Îro |
“Ger dê hebûwa me ittifaqek // | Ger em li hev bûna bê dijberî |
Vêkra bikira me inqiyadek // | Hemûyan bida pey yek serwerî” |
(Xanî, 2010:136) // | (Dost, 2010:137) |
Gelo ev daxwazên Ehmedê Xanî ku di sedsala 17. da ji gelê kurd kirîye, di sedsala 21. da hatine cih an na? Dema em li rewşa me kurdan a îroyîn dinêrin, dibînin ku sê sedsal zêdetir di ser van daxwazan ra derbas bûne, lê mixabin hîn ev daxwaz nehatine cih û pêwîstîyeka mezin a kurdan bi aştîya navxweyî heye.
Destpêka çapemenîya kurdî, di sedsala 19. da, ji ber qedexe, zilmûzora li ser zimanê kurdî, li sirgûnê bûye. Ev jî wek Kadrî Yildirim di pirtûka bi navê “Xanîyê Duyem, Hecî Qadirê Koyî” da nivîsîye: “Le dewrî ême roman û cerîde/Eger çî meqsed e zanînî bawe”, bi kurdîya îro “Di dewra me da hene roman û rojname/Her îlmê ku amanc e bi wan belav bûye” (Yildirim, 2016:17). Wek di vê malikê da jî dîyar dibe, di serdema ku rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê dike da rûmeta rojnameyan gelek zêde dibe. Hecî Qadirê Koyî yê ku di gelek çavkanîyan da wekî mamostayê zarokên malbata Bedirxanîyan yên wek Mîqdad Mîdhet, Evdirehman Bedirxan û hwd. tê nişandan, zêde li ser girîngîya rojnameyan rawestîyaye. (Kanî, 2019:5) Bi rêberîya Mamosta Koyî ev rojanme der tê. Lê Siltan Evdilhemîdê duyem di nava hefteyek da, ferman daye ku hanîna rojnameyê bo welat qedexe ye. (Malmîsanij, 2011:121)
Wateya peyva medyayê gelek berfireh e. Hemû amûrên ragihandinê yên dîtbarî, bihîstwarî û nivîskî ku her cure zanyarîyê ji takekes û civakê ra digihîne û bi berpirsîyarîyên wek agahdarkirin, perwerdekirin, kêfdayînê tevdigerin wek “medya” têne binavkirin. Peyva medyayê ji peyva “media”yê ya Îngilîzî ku ji pirejimara peyva “medium”ê tê. (Rênas, 2013:25)
Gelo medyaya kurdî gihîştîye wê astê ku xizmeta aştîya navxweyî bike an na? Me vê pirsê di çarçoveya “Dosya: Medyaya Civakî”ya kovara Nûbiharê jimara 166an da, ji Doç. Dr. Ekrem Onenî kiribû. Wî bi awayek berfireh bersivên hevpeyvînê dabû. Lê sernavê hevpeyvînê bi awayê “Medyaya Kurdî hîn di qonaxa partîtîyê da ye” derketibû holê. (Nûbihar, 2024:52-56) Em wek Bizava Aştîya Navxweyî li ser bingeha bêterefgirîya partîyên sîyasî avabûne. Yanî ne li dijî tu partîyeka sîyasî ya kurd in ne jî alîkarê tu partîyeka sîyasî ya kurd in. Em hewl didin ku aştî û aramîyê di nava kurdan da saz bikin. Lê dema ku medyayên di bin kontrola partîyan da li dijî hev bixebitin, dafikên dezenformasyon û manîplasyonan vedin, gelo em dê çawa karibin wan çewtîyan derxînin holê? Li ser vê babetê gotareka me bi navê “Di bin bombebaran nûçeyan da, kurd dê çawa bikarin rastîya nûçeyan teyîd bikin?” nivîsî bû.Di vê gotara xwe da em li ser “Tora Navneteweyî ya kontrola Rastîyê/International Fact Checking Networkê(IFCNê)” rawestîya bûn. Me di vê mijarê da hin gotarên akademîk xwendibû. Yek jê rasterast analîza IFCNê bû ku me linka wê di çavkanîyên elektronîk da daye. Yek ji wan jî gotara Prof. Dr. Suleyman Irvanî yê Dekanê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Uskudarê bû. Gotar bi ser navê “Yanlış bilgiyle doğru mücadele: Doğrulama platformları nasıl işlemeli/Tekoşîna rast bi agahîyên çewt ra: Divê platformên teyîdkirinê çawa kar bikin?” bû. Ew di vê nivîsa xwe da 12 platformên ku li Tirkiyeyê hene, digre dest. Agahîyên van platforman yek bi yek ji malperên wan digre û peşkeş dike. Em ji van agahîyan hîn dibin ku bi tenê 5ê ji wan şertên IFCNê qebûl dikin; 7 jê qebûl nakin rasterast alîkarên desthilatê (dewleta Tirkiyeyê) ne.(Nûbihar, 2024:37)
Wek encam em karin bibêjin ku medyaya kurdî hîn negihîştîye asteka serbixwe ku karibe xizmeta aştîya naxweyî bike. Ji bo ku medyaya kurdî ji agahîyên çewt wek dezenformasyon û hwd. bê paqijkirin pêwîst e, lijneyeka kontrola nûçeyan ji pisporên medyayê bê sazkirin.
ÇAVKANÎ
Kanî, Ahmed, Analîzek li ser Rojnameya Kurdistanê (1898-1902), Weşanxaneya APECê, Stockholm 2019
Malmîsanij, İlk Kürt Gazetesi Kurdıstan’ı Yayımlayan Abdurrahman Bedirhan (1868-1936), Weşanên Vate, çapa 2. Îstanbul 2011
Nûbihar, kovar-166, Dosyaya Medyaya Civakî (r. 32-60) Stenbol 2024
Rênas, Serhad B. Medyaya Kurdî û Medyaya ‘NÛ’, Weşanên Ronahî, Amed 2013
Xanî, Ehmedê, Mem û Zîn, Şîrove û Kurdîya Îro: Jan Dost, çapa taybet, Weşanên Avesta, Stenbol 2010
Yildirim, Kadrî, Xanîyê Duyem, Hecî Qadirê Koyî, Pêşkêşa Konferansa Zanistî ya Navnetewî li Zankoya Koyê, Pirtûksazî û çapa Hewlêrê: Dr. Osman Deştî 2016
Çavkanîyên Elektronîk
Yanlış bilgiyle doğru mücadele: Doğrulama platformları nasıl işlemeli?
https://dergipark.org.tr/tr/pub/susbed/issue/79611/1281708