NÛSAFA SERDANA PARTÎ Û ENDAMÊN PARLAMENA TIRKIYÊ YÊN KURD

Destpêk
Di civîna Ban Bakur ya Kargêr de biryarên hevdîtin û xebatên li ser Banê wergirtibû. Li ser biryara hevdîtinên bi partî û endamên parlamena Tirkiyê yên Kurd rêzdar Leylana Sidîq ji bo randevuyên hevdîtinan kete nava hewldanan. Piştî xebatên rêzdar Leylana Sidîq ên hefteyek deh rojan di 4ê Reşemiya 2025an de roja Sêşemê wekî desteya hevdîtinê Leylana Sidîq, Ahmed Kanî û Azad Zal li Enqerê çûn serdana parlamena Tirkiyê. Desteya Hevdîtinê daxwaz ji 3 partiyan kiribû ku bi DEM, CHP û AKPê re hevdîtin pêk bîne. Perspektîfa hevdîtinên Desteyê ev e; Bizava Aştiya Navxweyî saziyeke ji nava dilê Kurdistanê ye. Zimanê wê xwerû bi Kurdî û diyalektên Kurdî ye. Her kesên ku li ser rûyê dinyayê wekî Kurd dijîn û dixwazin bi reng û dengê Kurdî bijîn di nav hedefên girseyî yên me de ne. Em dixwazin xwe bigihîjînin her Kurdên ku li ser ruyê dinyayê dijîn û di dil û mêjiyê hemû Kurdan de tovên aştiya navxweyî bireşînin. Em dixwazin hemû Kurd ji hev hez bikin. Di bingehê de em dixwazin Kurd berê xwe bidin rêya lihevkirinê…
Hevdîtina li ser navê CHPê bi Sezgin Tanrikulu re
Li gorî plansaziya hevdîtinên Desteya Hevdîtinê ku ji aliyê cîgira Serokê BANê li Bakurê Kurdistanê Leylana Sidîq; Serokê BANê li Bakurê Kurdistanê Ahmed KANÎ û Azad ZAL jî bi hev re sibehê saet di 10an da derbasî nava parlamenê bûn. Hevdîtina pêşîn saet di 11:30an de li ser navê CHPê bi parlamenterê Amedê yê CHPê Sezgin Tanrikulu re pêk hat. Hevdîtin li odeya rêzdar Sezgîn Tanrikulu çêbû. Wî bi awayek germ pêşwaziya Desteya BANê kir. Di hevdîtinê da behsa xebatên BANê li her çar parçeyên Kurdistanê hatkirin û Sezgin Tanrikulu jî piştgirîya xwe ji bo xebatên BANê anî zimên. Digel van mijaran, li ser perwerdeya zimanê zikmakî yê Kurdî, pirsgirêkên nivîskar û weşangerên Kurd jî hate rawestan. Di dawiya hevdîtinê da desteya BANê pirtûkên xwe yên bi Kurdî û pirtûka bi navê PEYMAN a BANê û qedayîfê Amedê jê re hatin dîyarîkirin. Di dawiya hevdîtina ku saetek berdewam kir de wêne hatin kişandin û xatir hat xwestin.
Hevdîtina bi heyeta DEMê re
Li gorî plansaziya hevdîtinên Desteya Hevdîtinê ya duyemîn saet di 14:00an de bi DEMê re pêk hat. Hevdîtin li odeya hevserokatiya DEMê pêk hat. Di hevdîtinê de hevserokê DEMê Tuncer Bakirhan, Serokwekîla Koma DEMê Gulistan Kiliç Koçyigit, Serokwekîlê Koma DEMê Sezai Temelli, Wekîla DEMê ya Şirnexê û Endama Komisyona Mafê Mirovan a Meclîsê Newroz Uysal Aslan û Wekîlê DEMê yê Wanê Zulkuf Uçar di hevdîtinê de amade bûn. Li ser kar û xebatên BANê axaftin hatin kirin. Bi awayek baldar guhdarîya desteyê hat kirin û nîşe hatin girtin. Ji alîyê Tuncer Bakirhan ve pesn û girîngîya xebatên aştiya navxweyî û BANê hatin zimên. Di xebatên aştiya navxweyî de girîngiya jinan û rola dayîkan hate ser ziman. Her wisa, ji aliyê heyeta DEMê ve ji bo xebatên Banê û aştiya navxweşî çi pêwistî hebe ew ê bixwazin bibin alîkar. Digel van mijaran li ser mijarên siyasî yên rojeva Kurdan hatin nîqaşkirin. Li ser perwerdeya zimanê zikmakî yê Kurdî, pirsgirêkên nivîskar û weşangeriya Kurdî, li ser pirsgirêkên aştiya navxweyî û xebatên partiyên Kurdan dan û standin hatin kirin. Di dawiya hevdîtinê da desteya BANê pirtûkên xwe yên bi Kurdî û pirtûka bi navê PEYMAN a BANê ji pirtûkxaneya DEMê re hatin dîyarî kirin, digel wê qedayîfê Amedê jî diyarî kirin. Di dawiya hevdîtina ku saet û nîvek berdewam kir wêne hatin kişandin û xatir hat xwestin.
Hevdîtina li ser navê AKPê bi Gelip Ensarioglu re
Li gorî plansaziya hevdîtinên Desteya Hevdîtinê hevdîtina sêyemîn saet di 16:00an de li ser navê AKPê bi parlamenterê Amedê yê AKPê Galip Ensarioglu re hevdîtin pêk hat. Li ser rewşa aştiya navbera Kurdan û li ser girîngîya weşanên bi zimanê Kurdî hate rawestîn. Ji aliyê desteya Hevdîtinê ve li ser perwerdeya zimanê zikmakî yê Kurdî hate rawestan û rexne li ser dubendî û nêzikahiyên dewletê yên li ser nivîskarî û weşangeriya Kurdî hate kirin. Wekîl bi baldarî li ser pirs û daxwazên desteyê guhdarî kir. Desteya Hevdîtinê diyar kir ku Wezareta Çandê pirtûkên bi Kurdî ji bo pirtûkxaneyên dewletê nayên standin û li ser berhemên Kurdî qedexeyek veşarî û deryasayî heye. Wekîl bi riya telefonê li saziya pêwendîdar geriya û agahî standin. Wekîl diyar kir ku ew wekî hikumet dubendiya navbera zimanan naxwazin, çi pêwistî pê hebe divê bê kirin. Di dawiya hevdîtinê da desteya BANê qedayîfê Amedê dîyarî kir. Di dawiya hevdîtina ku saetek berdewam kir de wêne hatin kişandin û xatir hat xwestin.
Encam
Di van hevdîtinan de hemû parlamenterên ku bi wan re hevdîtin pêk hatin, kêfxweşî û dilxwaziyên xwe yên li ser aştiya civakî, siyasî û çareserkirina arîşeyên bi saya diyalogê û riya aştiyane anîn ziman. Her wisa li ser navê aştî û diyaloga navbera Kurdan çi bê kirin divê ji kerb û kîn û hemû cureyên şîddetê dûr be. Di vî warî da hevkariyeke berfireh pêwîst e û ev ji aliyê hemû amadeyîyan ve hate pejirandin.


Silav û Rêz
DESTEYA HEVDÎTINÊ YA BAN-BAKUR