RÊBAZ Û PÎVANÊN EXLAQÎ Û REWŞENBÎRÎ JI BO REXNEYA SIYASÎ LI KURDISTANÊ.

Di rewşa evro da, rexneyên siyasî yên ku dûr in ji rêbaz û pîvanên zanyarî û ji suruştê rewşenbîrî, li Kurdistanê belavbûyîne, bi hêvênê dijhevîyê û hevreşkirinê mehîne. We bûye ku bi awayekî giştî, xeletîyên rexnekerî ji yên rexnelêkirî ne kêmtir in û şaşîyên rexneyan bi xwe, di pir rewşan da, ji şaşîyên tiştên rexnelêkirî mazintir in. Vêca zêhnîyeteka wesan peydabûye ku rexne, ne şaşîyan rastn dike, ne jî rastîyan baş dîyar dike, encamên van rexneyan dibin hevreşkirin, nabin rêgeşkirin.
Ev yek, dibe binas jibo:
– têkvedan û hilweşana yekrêzîya siyasî, nabe sexmerata lihevhatinê
– ji hev durketinê, ne bo nêzîkkirinê.
– kerbûkînê, ne bo dermankirina birînê.
Hind kes hene ku dema rexneyan dikin, çavên xwe digirin û devê xwe vedikin, bes dilê xwe derêjdikin, gotinên xwe napêjin, berî ku bêjin, çi bête ber devê wan, dibêjin. Eger rexne bi awayekî durist be, armanca wê geşkirin e, lêbelê mixabin, armanca pirkesan jê, bi taybetî reşkirin e. Ew kesên rexneyan bi vî awayî dikin, pirsa wec û bêwecîya wê ji xwe nakin Ew rexneyê mîna çekeka hizrî dibînin û li dijê layên din bikartînin. Lazime ku mirov bizane ka rexne çi ye, jibo çi ye, çewan,kengî dihêt kirin, çi pê çêdibe û çi pê xirab dibe. Vêca pir pêdivîye ku rexne bidurustî, bihêt nasandin, rêbaz û pîvan jêra bihên danandin.
- NASANDINA REXNEYÊ
Rexneya durist, nirxandina têrhizrî ye, bi awayekî rewşenbîrî û babetî ye, bi wêrekî û azadî ye, bê kîn û bê tagirî ye û ne bi bandoreka idyolojî ye ku li layekî, li karekê, li kesekê yan li rewşekê dihêt kirin, ew şêwazekî kêşanûpîvanê ye û ji bo rastdîtin û bihadanê ye, ne ji bo şermizarkirinê, ne jî bi mebesta xwe nîşandanê ye.
Pir curên rexneyê hene, mîna rexneya wêjeyî, rexneya dîrokî, rexneya zanistî, rexneya civaknasî, rexneya felsefî û rexneya siyasî, hdw. Evro rexneya siyasî li Kurdistanê bi şêwazekî bêserûber belavbûye û bandoreka pir xirab li ser xelkê peydakirîye. Lewma pêdivî ye ku rêbazeka exlaqî ji rexneya siyasî ra, bihêt diyarkirin, pîvaneka rewşenbîrî bo bihêt pêşniyarkirin û herkes wan di zêhnê da hilgire û rêzê jî lê bigire. Em pêdivî dibînin ku hind rêbaz û pêvan jibo rexneya siyasî li Kurdistanê bihên diyarkirin û di van xalên jêrî da bihên komkirin.
- REBAZ Û PEVAN JI BO REXNEYA SIYASÎ LI KURDISTANÊ.
1. Pêdivî ye ku dîtinên cuda û rexne bi azadî bihên kirin, lêbelê di heman demê da, çarçoveyeka exlaqî û pivanên rewşenbîrî jê ra bihên diyarkrin.
2. Bila herkes bi zêhnîyeta aştîyane, dîtinên xwe bêje, lêbelê agirê fitnê bitemrîne, benzînê bi ser da nerêje.
3. Bila kesê rexneker, mebesta çêkirinê, çareserkirinê, duristkirinê, di rexneyê da bicihbike û bi zelalî, layan, kesan û rewşên rexnelêkirî, bi navbike, lêbelê ne bi armanca reşkirna çu kesan, ne bo peydakirina fitnan, ne jî bo alozkirina karan û girankirina baran.
4. Eger mirov rexneyên siyasî, pêdivî bibîne, bila rasterast bike li kesan, li rêberan, li rewşan yan li partîyan, lêbêlê bila qet we neke ku kes û layên din bike şirîk ji bo wan.
5. Çê nabe ku kesek, ji ber şaşîyên partîyên parçekî Kurdistanê, rexneyan li xelkê wî parçî bike û rumeta wê kêmbike, ew kesên we dikin, parçên Kurdistanê li ber hev reşdikin û bi zanîn yan bi nezanîn, xizmetê jibo xêrnexwazên gelê kurd dikin.
6. Çê nabe ku mirov, rexneyan bike li xelkê parêzgehan yan li xelkê herêman yan li endamên eşîran, ji ber şaşîyên hind kasan ji wan, yan ji ber şaşîyên sermiyan û rêberên wan.
7. Nabe ku çû kes, di renekirinê da, hizrên xirab bicihbike, kerbûkînan di navbera parçeyên Kurdistanê da, di navbera partiyên siyasî da yan di nava xelkê Kurd da, belav bike.
8. Bila kes bi behana rexnekirinê, parçekî Kurdistanê ji parçekî din çêtir nebîne û xwe ji kurdên parçeyên din baştir nehesibîne. Bila her kes bizane ku bindestîya gelê me û parçekirina welatê me, keramet û azadîyên me birîne û li çu parçan şanazî, bextewarî bo xelkê me çê nekirîne, bi bilevajî bêrumetî û şermizarî bi giştî ji bo hemo gelê kurd înandîne.
9. Hemû kurd, ji her perçekê, ji her deverekê, ji her eşîrekê, ji her malbatekê yan ji her dînekê û ji her zaravekê mîna fêkîyên darekê ne, ji tayên qurmekê ne. Vêca, bila çu kes, bi armanca ku bo xwe şahnazîyekê diyar bike, rexneyên bêrêz li kurdên parçên din, neke.
10. Pêdivî ye ku dema mirov rexneyan li layekê bike yan şaşîyên wî diyar bike, bi wujdan û însaf be, qenciyên wî ji bîr neke, herwesan şaşîyên xwe ji bêra xwe nebe.
11. Pêdivî ye ku rexne bê tagirî be, dema mirov şaşî û kêmasîyên layekê bibîne, bila rewuş, cih û demên wan jî, bi bîr bîne, paşê xwe di şona wî da bihesibîne.
12. Pêdivî ye ku dema kes yan layên siyasî yên kurdistanî rexneyan li hev dikin, xwe bi demên borîve pir mijul nekin, paşerojê ji bîr nekin û hêza zêhnî li dij hev xerc nekin, lêbelê li dijê projên metirsîdar ên layên biyanî terxan bikin. Çê nabe ku dema layên siyasî yên kurd rexneyan li hev dikin, hev tawanbar dikin, bi şêwazekî wesan be ku plan, tawan, kuştin, girtin, înkara maf û nasnameya Kurdan ku desthilatdarên biyanî li hemberî gelê kurd dimeşînin, bihên pelçandin, ji niqaşên siyasî yên navxweyî bihên dûrkirin û ji ber hevrexnekirinên siyasî bihên ji bîrkirin. Çênabe ku siyasîyên kurd vî şêwazê hevrexnekirinê bibijêrin, rêyê li ber planên dijkurd vewejêrin. *
Musa Kaval
Versailles. 14.01.2025
———————————————————————————————————————-
* Min ev nivîs li ser binyatê nivîseka xwe ya din ku min li Hewlêr li 1.12.2019 nivîsîbû zêdekirîye.