Doç. Dr. Musa KavalNivîskar

PÎROZBAHÎYA BIZAVA ASTÎYA NAVXWEYÎ BI DELI VA NEWROZA 2026

Em bi navê Bizava Aştîya Navxweyî-BAN, cejna Newroza 2026ê,bo gelê Kurdistanê, bo rêber û endamên BAN, li her çar parçên welatî,  li Asay  Merkezî, li Ewropa û li herderekê din,  ji dil pêroz dikin. Hêvîdarin ku sala 2026 bibe sala guherînên bingehîn ji bo  tubahî, azadî û serkeftina doza gelê me  li hemû Kurdistanê.

Bi vê delîvê, em pêrozbahîyên mazin li  serwerên siyasî yên Kurdistanê dikin ên ku giringî dane tubahiya siyasî ya  navxweyî, nexasime Cenabê serok Mesud Barzanî,  rêzdar Mezlum Abdî û rêberên partîyên siyasî li Bashur û li Rojava Kurdistanê. Wan di vê rewşa hestiyar û metirsidar da, destkeftiyên gelê kurd li Rojava û li Başurî  pêkve, parastin, tubahîyeka karîger, li ser asta netewî, navnetewî pêkanînin û encamên erênî misoger kirin. Herwesan em pêrozbahîyeka mazin  li her şeş partiyên siyasî yên Kurdistana Rojhelat dikin ku bi perpirsyarîya  xwe ya natewî rabên, Hevpeymanî,  di navera xwe da damezirandin. Hêvîdinrin ku  ew  xurtir û  firehtir bibe,  hemû partîyên  din tev li xwe bike û azadîyê bo gelê kurd li Rojhelata Welatî, misoger bike.

Ji aliyek din vê, em pêvajoya Aştiyê  ya  li Bakurê Kurdistanê  ku li layê Serokê PKKê Berêz Abdullah Ocalan û dewleta Tirk despêkiriye,   pirozdikin, hevîdar ku hemû partiyên kurd  nexasime li Bakur, piştevaniyên pêdivî  û xurt, jêra pêşkêş bikin.  Bi vê delîvê, em ban li Dewleta Tirk dikin ku  cidiyeteka mazin û objectif  bo serkeftina vê pêvajoyê pêşkêşbike, rastîya  gelê me  wek netewek ji çar netewên mazin li  Rojhelatan Navîn, qebulbike, gora vê rastiyê, ji niho paşve rabûruniştinan digel rêberên kurd bike, mafên gele  yên siyasî, idarî û çandî nasbike. 

Di dawîyê da, em bang li hemû partîyên siyasî û sazîyên medenî li Kurdistanê û li derve  dikin ku tubahiyê di nav xwe  da, li ser bingehê stratejîyeka natewî avabikin û ji bo vê armancî sazîyeka pêdivî ji bo  hevkarî û  hevşêwurînê,  damezirînin.

Bijî Tubahîya Netewî û  Aştîya Navxweyî.

Dr Musa kaval 

Serokê Bizava Aştiya Navxweyî-BAN

19. Adara 2026.

deqe dema xwendinê

Başa dön tuşu