XWANDINA SEMBOLÊN EFSANA NEWROZÊ

Newroz her didomîne, lewma sembolên têda hene, her zindî ne
Taybetmendiyên Newrozê:
Ev bûn çendîn hezar sal ku Newroz hersal li 21ê adarê ji layê Kurdan û pir gelên din li Rojhelata Navin û li herêmên din bi coşeka mazin dihêt bîranîn û pîrozkirin.
1.Taybetmendiyên Newrozê.
Di dîroka pir gelan da efsane hene, lê kêm ji wan mîna Newrozê her zindî mayîne û her bi coşeka mazin di nav xelkê da, dihên pîrozkirin. Herweku em dê li xwarê bibînin, di efsana Newrozê da, hind nîşanên, (sembol) giring û pir watedar hene. Gelo ji ber çi Newrozê temenekî dirêj heye û her zindî ye? Bawer dikim sexmerata vê yekê eve ye: Nîşanên ku (sembol) di Newrozê da hene pir giring in û têkilîyên wan her dem bi pir babetên jiyana mirovîtîyê ve hene. Bingeh û sebê hebêna Newrozê daxwaza bicihkirina edaletê ye li dijê neheqîyê, kutekîyê û zordarîyê. Vêca ji ber vê yekê, Newrozê bandoreka mazin li ser xelkê kirîye û di wujdana wî de, di hest, di armanc û umdên wî da bi cihbûye lewma ew her zindî ye. Têkilîya sembolên newrozê digel, jiyana siyasî, civalkî, digel azdiyê, di gel jiyana xweş û paşeroja geş heye. Hindek ji van sembolên Newrozê zulimê, zordariyê, bêdadiyê tînine bîra mirîvî; hindek din berxwedana adil, berevanîya ji heqî, ji dadê û pêdivîtiya xebatê li dijê zordariyê diyar dikin; hindek dîtir, azadiyê û bextewarîyê, aşkera dikin. Ev yeke, di dirok û di jiyana gelan da daxwaz û hestên herdemî û gerdonî ne. Gelê kurd, bi hizaran sal in ku jibo edaletê û azadiyê, xebatê dike û berxwedanê dide, veca pir normale ku ew herdem newrozê bi coş û şahî pêrozbike.
Em dixwazin, di vê nivîsê da balî bikêşin li ser van rastiyên sembolên Newrozê. Armanca me ji vê nivîsê, ne ew e ku lêkolîneka berfireh bikin li ser tarîxnasiya efsaneya Newrozê. Ev babetekî cudaye. Tiştê giring, di hemo efsanan da, rastîya wezîfa wan ya civakî ye û bandorên wan e, li ser xelkê. Ev bandor û wezîfe jî bi saya sembolên ku di efsanan da hene, biçûk in yan mazin in, temen dirêj in yan temen kurt in. Ez dê hewul bidim ku hind dîtinan di derbarê sembolên ku di efsana Newrozê hene, diyar bikim û wateyên wan yên civakî û siyasî, şîrove bikim.
Bandora Efsana Newrozê siyasî, civakî, çandî û gelerî ye ew sal bo salê xurtir dibe, lewma wê rihên xwe di kûratiya dîroka gelê Kurdistanê da, dirêjkirşne û çiqên xwe di esmanê paşeroja wî da, her sal bilindtir û belavtir dike. Gelê me, her dem efsana Newrozê, di edebîyata xwe ya devkî û nivîsî da, di jiyana civakî û siyasî da jî, zindî dike. Ahmedê Xanî di destana Memûzînê ( 1692) da, 121 bendên helbestan li ser Newrozê nivîsîne, ( malika 471 ta 592). Ew bi dirêjî behsê hazirî û beşdariya hemo çînên gelê kurd di şahiya Newrozê da diket. Wek numune, li van çend bendên jêrî, ji Memûzînê binêrin:
«Ya’nî ku dihate burcê, sersal, qet kes ne dima dimesken û mal
bilcumle diçûne der ji malan, heta digeheşte pîr û kalan,
roja ku dibûye î’dê Newroz, ta’zimî ji bo dema dil evroz,
sehra û çîmen dikirne mesken, beyda û dîmen dikirne gulşen »
(Memûzîn 487-490)
2. Efsane û bandorên civakî.
Di dîroka gelan da, efsanên cuda hene ew beşek in ji çand, edebîyat û baweriyên kevin ên wan, bi inglizî bo dihêt gotin: Myth û bi Fransî Mythe. Ew ne serpêhatiyên beraqlane ne, hind pirtên (unsur) naveraka wan, bi tarixê û bi zaniyarî nahên isbatkirin. Belê wan bandorên mezin yên civakî, çandî, siyasî li ser bîr û beweriyên gelerî û li ser civatên mirovan, bi kûratîya dîrokê, peydakirîne. Jiber vê yekê Efsane bûyîne parçeyek sereke ji mîratê civakan, bûyîne bingehên mezin û cafkaniyên bi rumet di hizra hevbeş a gelan da. Mîna: Mahabharata,efsan hindîyan ; Romulus et Rémus efsana Roma (Împiratoriya Romanî) ; Ergenekon efsana Tirkan ê pir efsanên din.
3. Curên efsanan. Gora efsanenasîyê (mytholojiyê) heft curên efsan hene, yek ji wan, efsaneya avakirinê ye (Foundation myth). Ji bo vî curê efsaneyan dihête gotin «efsaneyên avaker» lewma bi saya wan hoy (adet), bawerîyên civakî û siyasî hatine afirandîn. Ji bo pir xelkên kevin, efsanên avaker hene. Wek Sumeran û xelkên mesopotamî, Yunaniyan, Misriyên kevin û Romanan. Yek ji numeyên efsaneyên avaker, efsaneya «Romulus et Remus» e, ku bo avakirina bajarê Rom (paytexê impratoriya Romanî), û bo vê impratoriyê bi xwe jî, bibû cavkanî û binyatekî hizra sereke û hevbeş a siyasî û gelerî. Kevintirîn Efsaneya nivîsî, efsaneya Gilgamêş e ya sumerî, ku dora 2650 salan berî miladê peyda bûye û roleke mezin di çand û baweriyên Mesopotamîyan da, hebû. Herwesan em dikarin pir numûnên din di vî derbarî da bidin, mîna efsana hundîyan a bi navê Mahabharata û efsana Tirkan a binavê Ergenekon. Em di vî nivîsê da, nakevîne nav babetê efsnenesîyê lewma ew pir fireh û dirêj e, lêbelê em dê bi kurtî behsê efsana Newrozê bikin.
4.Efsaneya Newrozê
Ev efsane, yeke ji efsaneyên cihanî yên giringtirîn û kevintirîn, ew berî niho bi dora sê hizar salan peydabûye û bandora wê ya civakî û siyasî hêj niho jî, berdewam e û mohra xwe li ser bawerî û hoyên civakî yê beşek mezin ji xelkên Rojhelata Navîn, Asya-Merkezî û Qewqasya danaye. Ew yek e ji kêm efsaneyan di cihanê da, ku bandorên durûdirêj û berdewam kirîne û hêj dikin.
Efsaneya Newrozê, jibo gelê kurd taybetiyek mezin heye. Lewma ji vê efsaneyê, diyar dibît ku têkiliyek piralî di navbera xelkê kurd û wê da heye. Bi gotinek din, dema mirov wê dixwûne, diyar dibe ku sembolên wê her di jiyana gelê kurd da, hebûn û niho jî her berdewamin.Tiştê pir giring, şirûvekirin û aşkerakirina symbolên wê ye.
5.Kurtîya efsana Newrozê
«Padişahek bi navê Zehak hebûye, du kul di milên wî de peydabûyîne, di her yekê de, marek derketîbûye. Li ser daxwaza loqmanan, Qiral Zehak ferman dabûye ku ew kul bi mejiyê mirovan bihên dermankirin. Jibo vê yekê her roj du kes dihatin kuştin, ew kul, bi mejiyên wan dihatin demankirin. Paşê jibo dermankerina wî, her roj mirovek û pezek dihatin kuştin û kesê duyemîn dihat serbest kirin. Kesên serbestkirî diçûn nav çiyan, li wêrê diciviyan, vêca xelkek ji wan peyda bibûye, wî xelkî bi serokatiya hesingerekê ku navê wî Kawe bûye, serhildan kirîye û Zehak kuştîye û bi vê delîvê agir li cihên bilind hilkîye. Ew xelk, gelê kurd bûye». Kuştina Zehakî li rojeka meha adarê çêbûye. Ew roj di teqwîma hemdem da, dibît 21ê vê mehê. Ji hingê heta îro ev roj dihêt bîranîn, bi coş dihêt pîrozkirin, bûye delîva şahiyê, bûye sersala nû û bi newroz yan Nevroz (roja nû) hatiye navkirin.
Ev efsane, tijî ye ji Sembolên ku ankuyên mezin û kûr hene. Ez dê hewuldim bi kurtî li ser wan, çend dîtin û şîroveyan diyar bikim.
6. Heft sembolên sereke yên Newrozê
Di Efsana Newrozê da 7 sembolên sereke hene, heryek ji wan giringiyeka civakî û siyasî diyar dike.
I.Mil
Herweku di efsanê da dihêt gotin: «Du mar di milên Zehakî da derkeftibûn». Mil sembola berpisyariyê û desthilatê ye. Di zimanê kurdî peyva mil jibilî ankuya xwe ya eslî ku bingeha destî ye, bi ankuyên din ên cuda dihêt. Ew gora rewşan, bi wateya hêz (quwet), berpirsyarî û hejmarek wateyên din bikar dihêt. Di pir gotinên mazinan da, di çîrok û stranan da, mil bi ankuya berpirsyariyê bikaranîn. Dihêt gotin filan kesê milê xwe ne da ber filan şolê, anku berpirsyariya wî ne girt ser xwe, yan ew şol ne kir. Herwesan dihêt gotin: “çi bête ser milên min dê bikim” anku, ez ci bikarim, dê bikim. Di vê efsaneyê da, peyva «mil» dikare dibe sembolê hukumranî û desthilatê.
II. Mar
Mar sembol e, ji bo neçakiyê û dijminîtiyê. Mar wek dijmunê mirovan dihête hesibandin. Pir serhatî li ser dijmînîtîya maran ji bo microvan, hene, wek serhatiya Adem Hewa ku mar bibû sebebê qewutandina wan ji Biheştê. Mar bi jehra xwe mirovan dikuje. Di vê efsanê da, derbaz dibît ku du mar, di milên Zehakî da derkefitibûyîne. Hebûna van maran di milên qiralî da, diyar dike ku hukumranî û deşhilata wî ya bêdad û zordar, li cem xelkê, nerazîbûneka mazin peydakiribû û mina maran ji bo hebûna wî bibû sebebê metirsiyê (tehlkê). Jiber vê zordarîyê, xelk li dijê wî rabibû û bibû nayarê wî. Xelkê Zehak ditirsand û çu xweşî jêra nadihêla. Vêca çewan mirov ji maran ditirse, Zehakî jî wesan ji xelkê xwe ditirsa.
III. Mejî
Mejî, bi awayekê xwezayî, diserê mirovan da bi cihbûye û merkezê hizr û biryarên mirovî ye. Ji bilî vê ankuyê , mejî bi ankuyên din jî dihêt. Di ziman û çanda kurdî da, mejiyê biçuk nişana nazin û kêm aqilbûnê ye. Dihêt gotin filan kes «mejî çucuk» e, (mejiyê wî bicuk e mina mejiyê çukê) anku ew kes nezan e û kêmaqil e. Herwesan dihêt gotin: “filankes, mejî reşe” anku ew kesekî teledîn e, nikare tiştan fehimbike . Di vê efsanê da, dihêt gotin: piştî ku mar di milên Zehakî da derkeftin, wî ev derdê xwe bi mejiyê mirovan dida dermankir. Ev dihête wateya ku ji bo ku desthilata xwe bidomîme Zehakî kesên hêja , berkeftî û durust, yên ku wek mejiyê xelkê bûn, dikuştin da ku hukmadiye wî ya zalim berdewam bibe.
IV. Hesin
Di Efsana Newrozê da, dihêt gotin ku xelk, bi serokatiya kesekê binavê Kawe, ku hesinger (cixsî) bû, li dijê zulma Qiralî rabû û deşhilata wî bi dawî anî. Peyva hesin (asin), jibilî mitayê ku bi hesin dihête navkirin, bi ankuya hêz, karîn û quwet jî dihêt bikaranîn. Dihêt gotin filankes mina hesinî ye. Di efsana Newrozê da, hesin sembbolê hêzê, quwetê û berxwedanê ye, li dijê desthilata zordar û bê dad.
V. Roja 21ê adarê
Roja serkeftina serhiladana li dijê vî qiralî ku dibe 21ê meha adarê, tarixeka pir giring e, lewma ew despêka zemanekî nû, sistemekî nû bi edalet, diafirîne, û dawiyê li hukumraniyeka kevin û zordariyê dihîne. Roja 21ê adarê sembola serkeftina rojê ye li dijê şevê, lewma, hingê, roj ji şevê dirêjtir dibin. Dema ronahî ji dema tariyê pirtir dibît. Demsala bihara rengîna xweş û geş bi wê dest pêdike û zivistana sar û dijwar bi wê xilas dibe. Di vê demsala nû da, jîyanek nû destpêdike, xwza xwe nudike, teyro tewar amadekariya kurkbûna xwe dikin, pez û heywan dizên, dexil û dahin şîn dibin, gil û giya û fêkê ji nû ve şîn dibin û berdigirin. Ji ber vê yekê salek nû destpêdike. 21ê adarê di efsaneya Newrozê da, semboleka pir bi wate ye, di hemo warên jiyanê da.
VI. Agir.
Agir sembola ronahiyê ye, ew tarîtîyê direvîne, di şûna wê da, ronahiyê diafirîne. Tarîtî sedem e jibo nezaniyê, jibo xeletîyan, jibo neheqiyan, tarîtî di dilî da, di serî da, di hizran û di baweriyan da, felaketan jibo mirovîtiyê peyda dike. Hilkirina agirî li cihên bilind işaretê bi belavkirina ronahiyê dike û we dike ku her kes bi wê rêya rast bibînin. Rastî bi ronahiyê, dihête dîtin, dad cihê xwe digire, qencî û xirabî ji hev dihên vavartin. Agir ronahiyê belav dike û ronahî rê li ber mirovîtiyê zelal diket û dibe sedemê pêşveçunên madî û manawî. Ji ber vê yekê, agir di dînê Zerdeştî û di bawriyên kevin ên Kurdan da, di dînên îranî yên kevin da û di pir çandên cihanê da, pîroz e. Heta niho jî, li pir navçeyên Kurdistanê, xelkê kurd bi agirî sond dixe. Hilkirina agirê newrozê dibe sembol bo van ankuyên mezin û giring di civata mirovîtiyê da.
VII. Nevroz (Newroz).
Newroz bi wateya roja nû dihêt. Roja nû dibe sembol ji bo nemana desthilata zalim û serkeftina desthilat û hukumraniya adil, sembol ji bo çaxekî nû ku têda hukumraniya adilane û rewşeka bextewar ji bo xelkê dest pê dike. Herwesan Newroz wateya nûkirina jînê, ûmûdê dide, mirov tê da berê xwe bidete paşerojê, li jiyaneka xweştir digere, ji bo dema borî hesretê na kêşît û li ser tiştên borî nakete girî, lêbelê jibo peydakirina derfet û tiştên baştir dixebite. Anku bila mirov her dem bixebite da ku şert û mercên nû biafirîne, da ku paşeroja xwe baştir bike, civateka baştîr, zanatir, pêşkeftîtir avabike, civakek adil, bi hêz, azad û destilatdariyeka kêrhatî, berpirsyar ku di xizmeta gel da be.
Efsaneya Newrozê bi van sembolan ûmûd, daxwaz û hêviyên nû peyda dike. Ji ber vê yekê ye ku ew bi hizaran salan dijît û bandora xwe li ser civatan, li ser gelan didomîne. Her sal dibe delîveyeka mezin jibo şahiyên gelêrî: bicuk, mazin, jin, mêr û hemo çînên gel tê da beşdar dibin, wê pîroz dikin û bi wê şah û bextiyar dibin.
7. Efsaneya Newroz û rewşa gelê kurd û gelên Rojhelata Navîn:
Cejna newrozê, taybetmendiyek mezin, jibo bizav û doza gelê kurd, heye, lewma sembolên wê pir têkildar in digel rewş û dîroka hemdem a gelê me. Bi dehan salin ku tekoşîna gelê kurd û armancên wê digel sembolên vê destaneyê digunin û didomînin. Herwesan ew ji bo hemo gelên Rojhelata Navîn jî, rohniyê dide û gora daxwaz û azadiyên wan dikare bihêt şirovekirin. Ideolojiyên totalîter û zalim wek maran di milên dîktatoran da, derkevin. Ew mina wan maran in ên ku di milên Zehak da peyda bûyîne. Ew diktatorên mina sedam Husên , ji bo ku bikarin bi dilê xwe hukumbikin, azadî û mafên xelkê diperçiqînin, kesên serwext û hevrikên siyasî (opposisyonê) diperçîqînin û kesên hêja û berkeftî ku jibo civatê wek mejî ne, bi awayekî fizikî yan manewî dikujin, bi vî rengî mejiyê xelkê derdixînin û xwe pê rihet dikin.
Bîrobaweriyên demokratik, tekoşîna azadiyê û mafên mirovan, wek agirî ne, ronahiyê belavdikin, dihêlin ku xelk rêya xwe bibine. Bi vê yekê, ronahîya demoqrasiyê zora taritiya diktatorîyê dibe, çaxekî nû destpêdike û rojek nû peyda dike.
Dr. Musa KAVAL
musa.kaval@gmail.com