Nameya Pîrozbahîyê ya Bizava Aştîya Navxweyî bi Boneya Ragihandina Hevpeymanîya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê

Nameya Pîrozbahîyê ya Bizava Aştîya Navxweyî bi Boneya Ragihandina Hevpeymanîya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê
Birêz:
Navenda Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê!
Bi rêz û rûmet em pêşwazîya damezirandina vê hevpeymanîyê dikin û hêvîya serkeftinê ji bo wan hêzên sîyasî dixwazin ku berjewendîyên bilind ên gelê Kurd xistine ser her tiştî.
Em wek Bizava Aştîya Navxweyî ya Giştî, tevî derbirîna pîrozbahîyên xwe yên herî germ, vê pêngavê wekî werçerxaneka stratejîk û mizgîniyeka mezin ji bo navxweya Kurdistanê û tevgera ramanî û rizgarîxwaza neteweya me dibînin. Di demekê da ku dagirkeran her tim li ser perçebûna mala Kurd mifte xistiye, yekitiya we wek bersiveka tund û yekalîker, hêvî di dilê gel da çand.
Girîngîya vê pêngavê ji nêrîna me:
* Hêzkirina pêgeha Kurd: Yekxistina gotara sîyasî û komkirina hêzên bandordar, giranî û qebareya Kurd di hevkêşeyên herêmî û navneteweyî da çend qat zêde dike.
* Geşkirina rihê berxwedanê: Ev yekîtî ruhê berxwedan û xweragirtinê di kolanên Kurdistanê da bihêztir dike û li dijî siyaseta leşkerîkirin û serkutkirinê keleheke polatîn ava dike.
* Asoya ronî: Tekezkirina we li ser mafê diyarkirina çarenivîsê, demokrasî, sekularîzm û wekhevîya zayendî, ji bo Rojhilatê Kurdistanê nîşana asoyeke ronî ye.
Em bawer dikin ku divê ev hevpeymanî tu hêz û alîyekî Kurdî piştguh nexîne an jî îhmal neke. Pêwîst e ev navend bibe xana hêviyê û navenda bawerî û îtîmada tevahiya xelkê Kurdistanê. Em daxwaz dikin ku bi berfirehkirina vê sîwanê û afirandina derfetan ji bo beşdariya rêxistinên medenî û kesayetên diyar ên civaka sivîl, hûn stûnên vê navendê bihêztir bikin, da ku bibe nûnerê rastîn ê hemû çîn û beşên Kurdistanê.
Birêzên hêja!
Bizava Aştîya Navxweyî di wê baweriyê da ye ku “aştî û îstîqrar” tenê di bin siya dadperwerî û bidestxistina mafên rewa da pêk tê. Em piştgiriya xwe ya tam ji bo vê yekrêzîyê radigihînin û ji bo serkeftina vê projeya neteweyî, em amadeyî her cure hevahengîya meydanî û medenî ne.
Hêviya me ew e ku ev hevpeymanî bibe bingehek ji bo hilweşandina herî dawî ya zincîrên dîktatorîyê û çespandina sîstemeke sîyasî ku tê da rûmeta mirov û mafên neteweyan parastî bin.
Bijî xebata yekgirtî ya gelê Kurd!
Namirin şehîdên rêya azadiyê!
Bizava Aştîya Navxweyî
* Serokê Giştî yê Bizava Aştîya Navxweyî: Birêz Dr. Mûsa Keval
* Serokê Bizava Aştîya Navxweyî ya Bakur: Birêz Dr. Ehmed Kanî
* Serokê Bizava Aştîya Navxweyî ya Rojhilat: Birêz Goran Emîrî
* Bizava Aştîya Navxweyî ya Başûr: Mamoste Serbest Tewfîq
* Serokê Bizava Aştîya Navxweyî ya Rojava: Dr. Reşîd Mehfûz
* Bizava Aştîya Navxweyî ya Asyaya Navîn û Qefqasyayê: Hejarê Şamîl
7’ê Reşemeya 2725’an a Kurdî
(26’ê Sibata 2026’an a Zayînî)


