Medya

NAMEKA VEKIRÎ JI BO SEROKATİYA

Kurdistan û Derveyî Welatî li 10-11-2026

NAMEKA VEKIRÎ JI BO SEROKATİYA PARTÎYA DEMOKRATA KURDISTANÊ Û SEROKATÎYA YEKÎTÎYA NIŞTÎMANÎYA KURDISTANÊ, DI DERBARÊ METIRSÎYÊN  LI SER  HERÊMA KURDISTANÊ Û PARÇEKIRINA WÊ DA


Rêzdar Kak Mesûd BARZANÎ
Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê

Rezdar Bafil TALABANÎ
Serokê Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê.

Silav û rêz bo cenabên we.

Em û hemû gelê Kurdistanê, bi azareka mazin dibînin ku piştî pirtir ji du salan, partiyên we nikarin hukumeta Herêma Federala Kurdistanê nû bikin, lewma metirsîyên dijwar ên derekî û hundirî li ser qewara wê mazintir dibin û parçekirina wê ketîye di rojevê da.

Lewma bi pir şêwazan metirsîyên tund, li ser hemû gelê Kurdistanê dikarin peyda bibin. Hûn bi xwe, ji her kesê pirtir dizanin, ka ev metirsîyên ha çiqasî mazin in.

Lêbelê mixabin, partiyên ku hûn serokatîya wan dikin, herweku hemû gelê kurd li bendê ye û herweku gelê kurd ji başurî, dengên xwe bo dayine, bi berpirsiyarîyên xwe ranabin.

Ew berpirsiyarîtî, di dawîyê da, ya deshilatdarîya we bi xwe ye.

Deshilatdarî, girêbesteke di navbera xelkê û desthilatdaran da, xelk gora wê rêveberîtîya xwe dispêre wan da ku rêveberîtî bi duristî bê kirin, aştîya navxweyî, yekîtîya netewî û pêşveçûyînên madî û nemadî, bên misogerkirin.

Lewma deshilat emanet e, erk e û mirwet e.

Aştîya navxweyî û tifaqa netewî, ne ji derveyê hest û xwestên mirovan bi cih bûne, lêbelê di hundirê wan da afirîne, mirov kengî lê bigere dibîne, kengê bixwaze bidest xwe ve tîne û nedûr in ku mirov lê bigere, ne jî giranbiha ne ku mirov, paran pê bide û bkire.

Vêca hest û xwestên aştîya navxweyî û tifaqa netewî, di hundirê we yên berêz da bi xwe ye. Hûn kengî bixwazin dê misoger bikin, hûn ne diçin li cihekî dûr lê digerin, ne jî parên xwe pê didin da bikirin.

Cenabê Kek Mesûd BARZANÎ û Cenabê Bafil Talabanî,

Em ev wajokerên li xwarê bi rêz û hurmet van tikayan, ji we yên rêzdar, dikin:

  • Kurdistanê parçenekin, aştîyê û tifaqê tê da avabikin.
  • Hemû vegerin nava Parlamentoya Kurdistanê û bi hev ra hukumeteka nû avabikin.
  • Nehêlin ku gelê kurd bi derdan bê hişbibe, ku dijminê wî, ji keyfan serxweşbibe.

Em bi taybetî, ji Cenabê Bafil TALABANÎ, tika dikin ku hûn biryara xwe di derbarê avakirina hukumetekê û parlamentoyekê cuda, bo herêma Sileymanîyê, paşve bikişînin û ji rojevê derxînin.

Cenabê Kak Mesûd BARZANÎ û Cenabê Bafil TALABANÎ,

Hûn, dikarin di midehê heft demjimêran da, biryareka wesan bidin ku paşerojeka xweş û geş, bo gelê kurd bi sedan salan biafirînin û herwesan dikarin biryareka wesan bidin ku paşerojeka reş bi sedan salan li ser gelê kurd bisepînin.

Vêca ew biryarên ha, li cem we ne, bi xwastên we ne; gez û meqes bi destên we ne.

Di gel baştirîn Rêzan.


Wajokeran:

  • Serokê Bizava Aştîya Navxweyî Dr Musa KAVAL
  • Bizava Aştîya Navxweyî beşê Rojhelat
  • Bizava Aştîya Navxweyî beşê Bakur
  • Bizava Aştîya Navxweyî beşê Başur
  • Bizava Aştîya Navxweyî beşê Rojava
  • Bizava Aştîya Navxweyî beşê, Asya Navendî û Qevqasya

deqe dema xwendinê

Başa dön tuşu