BEŞÊ DUYEMÎN

BEŞÊ DUYEMÎN
BINYAT Û BINGEHÊN GIŞTÎ
BEND 1.
- Bizava Aştiya-Nevxweyî, bi kurtî dibe BAN
- BAN, kurdistanî ye, ne li ser binemayê (esasên) parçebûna Kurdistanê, çêbûye.
- Pabend e bi binyat (pirensîp) û bingehên peyman, bername û peyrewa Aştîya-Navxweyî û bo binecihkirina wan dixebite.
BEND 2. BAN:
- Ji ber ku bizaveka hizirmendî ye, xebata xwe li ser bingehê kurdistanîbûn (pêkve girêdana û gel û xak) dike.
- Hemû Kurdistanê wek yek cografî dibîne û hemû Kurdan digel gişt cudahiyên ayînî, mezhebî, zaravî û civakî, wek yek netew dihesibîne rûmeta wan digire.
- Rûmet û rêz dide hemû pêkhatiyên kurdistanî, herwesan dide taybetmendiyên wan yên zimanî, çandî û ayînî.
- Dixebîte ji bo zengînkirin û pêşvebirina çand, zêhnîyet û pêkvejîna aştîyane di navbera civata kurdî û hemû pêkhatîyên Kurdistanî da.
BEND 3. BAN:
- Bizavek felsefî, rewşenbîrî û hizirmendîye.
- Aştîperwer e, bawerî bi tundutîjiyê nîne, wê nake û napejirîne.
- Bizavek medenî ye, serbixwe ye, ne girêdaye bi çu saziyên din yên siyasî û civakî ve.
- Ne hevrik e, ne jî girew e (alternetîv e) bo ço hêz û partiyên siyasî.
BEND 4
BAN, li ser binyatên (prensîp) bi hevşêwirîn, hevkarî, danûstandin û diyalogê avabûye û dixebite.
BEND 5. BAN:
- xebata xwe li hemû Kurdistanê û li derveyî welat dike.
- Ji bo xizmeta Aştiya-Navxweyî navend û desteyên xebatê li her cihê pêwîst vedike.
BEND 6.
BAN, bawer dike ku misogerkirina Aştîya-Navxweyî mercek sereke ye bo rizgarkirin, aramî, pêşvecûyînên sîyasî, civakî, aborî herwesan madî û manewî bo gelê Kurdistanê.
BEND 7.
BAN, bawer dike:
- Nebûna Aştîya-Navxweyî di navbera sermyanên ( rêber) kurdistanî da, bi kûratîya dîrokê bûye astenga sereke ji bo yekirina Kurdistanê û serbixwebûna Kurdan.
- Ku ji ber nebûna zêhniyeta Aştîya-Navxweyî di nav hêzên sîyasiyên kurdistanî da gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê nikarît ji derfetên çêdibin mifa bibîne û yekîtiya welatî çêbike; xwe ji bindestiyê rizgar bike û mafên xwe yên rewa misoger bike.
BEND 8.
BAN, bawer dike ku zêhnîyeta Aştîya-Navxweyî dê bikare:
- Bilez gelê Kurdistanê ji vê rewşa heyî, ji nakokî, hevrikî, dijminîtî û gengaşeyên hundurîn bi dûr bêxe, herwesan ji paşveman, ji girifdariyên sîyasî derîne.
- Gelê Kurdistanê bigehînîne asteke bilind di nav refên natewên pêşketî û bi hêz da.
BEND 9.
BAN, bawer dike ku:
- Heta aştîya naxweyî di zêhnîyet, xebat û di têkiliyên nav partî, sazî û hêzên kurdistanî da cihê xwe ne gire, gelê Kurdistanê nikare, bi hêz bibe.
- Heta gelê Kurdistanê bihêz nebe, ne dikare mafên xwe yên netewî bistîne, ne jî bide pejirandin (qebûlkirin).
- Herwesan heta gelê Kurdistanê bihêz nebe nikare aştîyê li gel netewên ciranên xwe bide pejirandin.
BEND 10.
BAN, bawer dike:
- Ku eger peywendiyên siyasî û civakî bi Aştîya Navxweyî, ne êne misogerkirin, her dem metirsîyên mezin li dijê asayîşa netewiya kurdî dê hebin,
- Ku Aştîya navxweyî jî misoger nabe, eger zêhnîyeta wê li cem akter û hêzên sîyasî, herwesan di civata kurdî da cihek bilind ne gire, bi taybetî eger ew li ser hemû berjewendiyên partîperestî û kesperestî zal (xurt) nebe.
- Pêwîste ku peywendiyên siyasî, civakî, aborî û perwerde, gora binyat (prensîp) û bingehên Aştîya-Navxweyî, ji nû ve bêne dariştin û kar pê bête kirin.
BEND 11.
BAN, bawer diket ku eger hêzên sîyasiyên kurdistanî zêhnîyet û çanda Aştîya-Navxweyî neafirînin û di jiyana sîyasî da bikar neînin, çend tekoşîn û qurbanan bidin jî, nikarin mafên gelê Kurd û azadiya wî bistînin.
BEND 12.
BAN, bawer dikea ku ferz e hemû, sazî, rêxistin û dezgehên çandî û civakî, herwesan kesatî, rewşenbîr û hunermendên kurdistanî, her yek di warê xwe da û li cihê xwe bo Aştîya-Navxweyî û çareserkirina arêşeyên sîyasî bixebitin.