TAYBETÎYÊN BIZAVA AŞTÎYA NAVXWEYÎ-BAN

Û SEXMERATÊN DAMEZIRANDINA WÊ BI KURTÎ.
TAYBETÎYÊN BIZAVA AŞTÎYA NAVXWEYÎ-BAN
Û SEXMERATÊN DAMEZIRANDINA WÊ BI KURTÎ.
- Wata Aştîyê bigora Bizava Aştîya Navxweyî
Aştî gora Bizava Aştîya Navxweyî, sîstemekî hizrî û dîtineka felsefî ye, di nav wujdana rast û aqlê durist da mehîye. Aştî ne bes sulh e li pey bihevçûnan, lêbelê ji wê zêdetir e, hind saloxet û bihayên bilind ên mirovên pêşkeftî ne ku bi saya lihevkirinê, lihevhatinê û lihevanînê peyda bûyîne û jibo bextewarîya sîyasî, civakî, malbatî û ferdî, herdem zerorî ne. Cihgirê Aştîyê, dijminîtî, xwîndarî, zordarî, hevkuştin û kerbûkîn e. Evên he, firşikên qirêjî ne, dikevin da, di nava civatan da xweya bûyîne, ew saloxetên kes û civatên paşvemayî ne. Aştî di cihekê dûr û asê da, ne hatîye parastin ku bi zehmet ji wêrê bihêt derêxistin û ne mina binekî hejîrê ye li nav daristanekê ku mirov dê bi zehmet bibîne, ne mîna cerekê avê ye li çolistanekê, ku mirov nikare lê bigere ne jî mîna mitayekê giranbiha ye ku bes di destê dewlemendan da maye. Aştî di despêkê da hizir, hest û xwastên cindî ne, paşê kirin, gotin û têkilî ne. Ew canek e, mirov jêre cendek e, bê mezax e ( mesref), bê pare ye û li cem her kesê heye, Rêya ku ber bi aştîyê ve diçe ne li ciya ye, ne best e, bê kendûkûr e û ne dûr e, ne ji derve ye, li hundurê herekê ji me ye. Herkesê lê bigere bi hisanî dibîne û herkesê bivê dê bê zehmet û bê zerer bikarbîne. Li her zemanekê û li herderekê, hewcehîya her kesê û her gelekê, pê heye, lêbelê ji ber rewşa sîyasî û civakî, hewcehîya gelê kurd û ya her ferdekê ji Kurdan, bi Aştiya Navxweyî, ji ya hemoyan, zêde ye.
2. Sedemên damezirandina Bizava Aştîya Navxweyî
Berî ku dest bi avakirina Bizava Aştîya Navxweyî, bikim, zêdetir ji 40 salan, derbaz bibûn ku dihizîrim û min ev pirsa jêrî ji xwe dikir: Gelo çima rêberên Kurdan di kevin da, heta niho nikarin tuvê aştiyê di sîyaseta navxweyî da biçînin û tubahiya netewî biafirînin û bûçî pevçûn û dijatî di civaka me da û li nav kesan bi hisanî çêdibin û bi zehmet bi dawî dibin?
Paşê ez giheştim vê bawerîyê ku binasên (sebeb) xweyanî û biyanê ji bo vê yekê pir in, lêbelê yên xweyanî ji yên biyanî pirtirin û mazintirin. Binasên biyanî dikarin di demekê da yan li cihekê peydabibin paşê bihên guherîn yan wunda bibin. Ew tên û diçin, lêbelê sedemên xweyanî di civatê da zindî ne, di çand û zêhniyetê da bi cihbûyîne û mina nesaxîyên wîrasî ne. Ew form û suruştên nû digirin ji nifşên kevin bo nifşên nû dihên derbazkirin.
Piştî ku kûr hizirîm bo min we diyarbû ku eve rewşeka çandîye, di zemanên kevin da, di zêhniyeta rêberên sîyasî da bi cih bûye û bandûreka mazin li ser civatê û ferdan kirîye. Em dikarin bi kurtî vê zêhniyetê di vê hevokekê da bidin naskirin: « zêhniyeta ez û bes ez, eger ne ez ne kes». Ev zêhniyet we dike ku aştiya civakî û sîyasî û tubahîya netewî li nav Kurdan kêm bike lêbelê arêşan û gengeşan zêde dike.
Dema ku pirsa borî bi dawî dibe, ev pirsa din li pey wê ra peyda dibe: «Gelo pêdiviye ku çi bihêt kirin da ku gelê me bes derdê vê zêhniyetê bikişîne û da ku ew di paşerojê da, zar û zîçên me, her ne êşîne»? Min herdem
ev pirsên he ji xwe dikirin û di hişên xwe da diînandin û dibirin
Piştî ku bersifên van pirsan bo min zelal bûn, dudilî û goman ji cem min rabûn, ev bawerî û biryar baştir peydabûn: Ji bo ku ev zêhniyet ji nav gelê me bihêt rakirin, aştî, aramî û sazgarî bihên belavkirin, ferz e ku xebateka taybet jêra bêt destpêkirin lewma pêdivî ye ku bizaveka hizrî ji bo vê armancê bêt çêkirin.
Hizira pêdivîtîya vê xebatê, hêj di serê sala duhizarê da, li cem min peyda bibû, lê wekê roja li paş ewran carnan geş dibû, carnan jî, wunda dibû.
Di despêka sala 2016ê da, min biryar da ku dem hatîye bi direngî jî ketîye ku pêngav bihên havêtin û zû dest bi avakirina Bizava Aştîya Navxweyî bêt kirin lêbelê pêdivî ye ku berê, bingehên hizrî jê ra bên amadekirin. Piştî pir ponişînê û lêkolînê, binyatekî hizirî di zêhnê da zelal bû û çarçûvek bo xebatê li ber cavan diyar bû.
Min pir pirs û îstşare bi dora pênc sed kesan, ji her çar parçên Kurdistanê kirin, prinsîp, proje, destûr û armancên BANê ji wan ra û bo hemû partîyên sereke ji her çar paçeyên welatî gotin yan birêkirin, herwesan pir civîn û semîner di vî derbarî da sazkirin.
Piştî van danûstandinan, hejmareka kestîyên qedirbilind û xwedanên hizir û dîtinên giring û rind, bawerî bi pêwîstîya vê projeyê anîn û xebatên pêdivî û giring ji bo damezirandina Bizava aştîya navxweyî, bi min ra, li ser milên xwe danîn. Ez rola van rêzdaran ji bîr nakim, di paşerojê da, dê behsê wan di nivîseka taybet da bikim.
3. Damezirandina Bizava Aştîya Navxweyî
Me Bizava Aştîya Navxweyî-BAN li roja çardeyî meha hezîranê, sala duhizar û şwazdê (14/06/2016) li avahiya komala Yekîtîya Parlemeterên Kurdistanê, li Hewlêrê damezirand. Peyva BAN, tarîx û logo, bizanîn hatîne destnîşankirin, ew dê di dema kuncayî da bên diyarkirin. Di nava damezirîneran da, çil û pênc ji sedan jin bûn. Di nava damezirîneran da, kesatîyên serbixwe, herwesan layangir, endam û kesatîyên ser bi piranîya partîyên sereke ji herçar parçên Kurdistanê, hebûn.
Xebatên damezirandina Bizava Aştîya navxweyî hêj niho jî pêşve diçin.Tayên BANê li her çar parçên welatî û li derveyî welatî ava dibin. Heta ku ev xebat armancên xwe bicih bîne dê demeka dûr û dirêj bikêşîne. Rewşeka çandî û şêwazekî hizrî yên wesan di nav gelê me da, dê belavbibin ku «nifşên nû ji zaroyên me, dê bi zehmet şerê hevbikin, bi hisanê hevdu efobikin û li hev aştbibin».
4.Nasandina Bizava Aştîya Navxweyî-BAN
Bizava Aştêya Navxweyî-BAN, Bibizaveka hizirmendî ye, ne hereketeka sîyasî ye, jibo lihevhatinê, lihevkirinê, tubahîyê û aştîya Navxweyî avabûye. BAN kardike ku çanda diyalogê jibo caresekirina arêşan, mîna nirx û bihayên piroz di bîr û baweriyên ferdî da bicihbike û di jiyana civakê û sîyasî da jî belavbike. BAN jibo gelê me xanîyekî hevbeş e, hêza berdewam e û hizira geş e û kardike ku xelkê me her rêya rastîyê bibîne, durustiyê bihebîne û kerbê, kînê, dijheviyê ji nav xwe hilîne, di şonê da, heskirinê, hevkarîyê, zanînê û karrînê di jiyanê da, bihelîne. Xelkê me dê hosa dînamîkên hundûrî, hêzên madî û manawî biafirîne û dê nifşên nû jî, mîna teyrê baz ber bi paşerojeka geş û li welatekê xweş, biafirîne.
BAN çanda parçbûnê û zêhnîyeta kerb û kînê ji nav gelê me durdike, rêya harîkarîyê xweşdike û hêza runahîya zêhnê aqlê bilind jî geş dike. BAN we dike ku xelkê me jiber dijhevîyê, şer û arêşên navxweyî, kerbûkînên sîyasî û civakî, paşêve nemîne lêbelê ku herkes, bi saya tubahîyê û hevkarîyê, jibo xwe, kesûkarên xwe û ji bo gelê xwe bextewarîyê bihîne. Birastî ew kesên ku vî tiştî bikin sermayekî mazin jibo xwe û zaroyên xwe jî peyda dikin.
Bizava Aştîya navxweyî hereketeka xweser û taybet e, eger teşbîha wê bi partiyên sîyasî yan bi saziyên pêşeyî û civakî bihêt kirin, ew ne rast e û pir xelet e. Herweku em dê li xwarê jî bibînin, pir taybetiyên BANê hene ku li cem partiyên sîyasî û sazîyên medenî tune ne.
5.Taybetîyên Bizava Aştîya Navxweyî bi kurtî.
Heft taybetîyên (xusûsîyet) Bizava Aştîya navxweyî hene, tevda binemayên çalakî û têkilîyên me ne. Em hemoyan mîna hev giring dibînin, di hizir û xebatan da bikar tînin û wan bi hevra girêdidin, ji hev naqetînin.
- BAN tevgera hizrî ye.
Bizava Aştîya Navxweyî –BAN, tevgereka hizrîye, li ser bingehên felsefî jibo aştî û pêskeftina gelê me avabûye. Bi saya wê, dijhevî û kîn dimirin, karên durist û baş bi hev êşandinê û bi dijheviyê nahên kirin. BAN hizrên durist dihebîne û bi aqlê bilind dimeşîne, vêca cih ji bo şer û pevçûnan li nav gelê me, namîne.
- BAN giştî ye
Bizava Aştîya Navxweyî-BAN, ne bes bo herêmeka welatê me, ne jî bes bo parçekê ji wî hatîye avakirin, lêbelêbo hemo herêm û parçên welatê me, herwesan bo hemo cihên ku kurd lê hebin, hatîye çêkirin. BAN civatên aştîya navxweyî li wan deran avadike, çand û zêhnîyeta aştiyê, tubahîyê û hevkarî di nav gelê kurd da, belavdike.
III. BAN nesîyasî ye:
BAN, jibo wergirtina desthilata sîyasî nehatîye damezirandin, bîrûbawerî û çalakiyên wê ji bo vê armancê nayên belavkirin. Lêbelê BAN dixebite da ku tubahî û hevkarî ne mirin û sîyaset, bi aştîyane bêt kirin, tundûtîjî û şer ji siyasetê bên dûrkirin.
IV. BAN serbixwe ye
BAN bi biryara xwe, bigotara xwe û bi bijêra xwe serbixwe ye û bi çu layên sîyasî, dînî yan komalatî ve, ne girêdayî ye. Ew rêzê û sîyanetê bo hemoyan digire lêbelê ferman û rêbazan ji kesê nawergire, têkiliyan di gel wan xweşdike, bi hizrên rind û bi aqlê bilind riya aştî û tubahîyê geşdike.
V. BAN netagir e:
BAN na be beşek ji arêşên sîyasî û civakî, tagiriyê bo çu layan li dijê layên din nagire, lêbelê erka çareseriya arêşan li ser xwe hildigire. Endamên BANê dikarin ji dîn, bawerî û sîyasetên cuda bin, ew bi navê BANê û di çarçva karên wê da, dijatîya çu layan nakin, lêbelê dinavbera wan da, pira diyalogê û aştîyê avadikin.
VI. BAN ne girew e (ne altenatif): Ne di xwast û armancên BANê da ye ku çu caran bibe girew e, (alternetif) jibo çu partîyên sîyasî yan jibo çu sazîyên civakî. BAN hêvî û hevkarîyê dike ku ew di kar û xebatên xwe da serkeftî bin û bi baştrîn awayî xizmeta civata kurdî bikin
VII. BAN evîndar e: EVÎN ji bo gel, welat, çand û zimanê Kurdî, binyatekî sereke ye ji binyatên BANê yên giring û zindî. BAN dijatîyê ji bo partî û sazîyên kurdî, jibo endam û layangirên wan, nake, di çarçova bercewendîyên gelê me da, ji hemîyan hesdike, piştevanî û rêzê jibo xebatên wan pêşkêş dike.
Di dawîyê da ez baş dibînim ku vî parçê helbesta Ehmedê Xanî bi bîra we yên rêzdar bînim: «Min pirsî ji dinê ev bi hikmet, nextê te çiye gote mim himet».
Dr Musa KAVAL
Serokê Bizava Aştîya Navxweyî- BAN
Versailles li 31.12.2024