ÇÎROKÊN ZIMAN Û AŞTÎYÊ

ÇÎROKÊN ZIMAN Û AŞTÎYÊ
Heta niha çend kes ji me wateya aştîyê ji xwe û ji derdora xwe pirsî ne?
Ez nizanim çima peyva aştîyê her tim li dû şeran tê bîra mirovan. Ji ber vî awayî, wateya aştîyê li ser bingeha neyartîyê ye. Ji ber xirabiyên şerên navxweyî û şerên navneteweyî felsefeya aştîyê ya rastîn nayê zanîn.
Felsefeya aştîyê ya rastîn çi ye? Ew jî bi dan û standinên ji şer û xirabîyan dûr ketin e. Bi danûstandinên li ser yekîtî, wekhevî, aramî û hezkirinê pêkan e. Aştî ne ew e ku li dû şeran bê bilêvkirin û avakirin. Aştîya bi vî rengî dibe aştîyeka berjewendîparêz. Berjewendîyên kîjan alî hat parastin ew ji bo wî aliyî dibe aştî. Lê mixabin ev jî bi min tiştekî şaş e. Ji ber ku jixwe em wateya aştîya rastîn zanibin û wê bixin jiyana xwe û dinyayê wê demê ew ê gelek tişt bi xwezayî bin. Jiyanekî aştîyane bê jiyandin jixwe mafên tu mirovekî nayê binpêkirin. Ew qas mirin û xirabî tunebûna hest û ramanan jî ew ê pêk bihatana. Mafên mirovên din hemû ew ê bihata parastin. Xwe bi xwe û bi xwezayî ew ê azadiya mirovan jî bihata afirandin.
Aştî xêr û xweşiya navxweyî ye. Dema em ji xwe hez bikin em ê xêr û xweşiya mirov û gelan jî bixwazin. Bi rehetî em dikarin di nava gel da vê xêr û xweşîyê belav bikin.
Gava ku mirov di hundirê xwe da hêzdar be, bi aheng be, bi heskirin û bi aram be wê demê vê rewşê dikare li derûdora xwe belav bike. Yanî em ê bi dû aştîya pozîtîf ango erênî bikevin.
Aştîya pozîtîf çi ye?
Bingeha mirovan li ser wekhevîyê û edaletê girêdayî ye. Dema kêmasîyên van her du mijaran çêbibin bibin şer û bihevnekirin jî çêdibin. Lê di aştîya pozîtîf da ev pirsgirêk tune ye. Ji ber ku di rewşên ku aştîya pozîtîf serwer e tiştên xirab û nebaş naqewimin. Pêwendî û têkilî bi zimanekî xweş û nerm be pêdiviya me bi şer û aştîya negatif jî namîne.
Aştîya negatîf çi ye?
Di navbera dewletan da an jî di nav dewletekî da şer tune be ev jî tê wateya li dû şeran aştîyek hatîye avakirin. Wekî ku hûn jî dizanin em piranî wateya şeran bi awayeke negatif dizanin. Ji ber her tim li rûyê dinyayê şer hebûne, beriya şerekî bihevkirin pir tunebûye.
Eger ku xebatên aştîya rastîn li dinyayê dest pê bikin ew ê wateya negatîf a aştîyê jî biguhere. Johan Galtung wiha dibêje: “Organizebûyîna rengê tundirevîyê ji holê rabe, tune bibe wê demê bingeha aştîya negatif jî ji holê radibe.”
Divê mirov çawa bijîn?
Kesên ku ji rihekî têr û bi aram bêpar bimînin jixwe nikarin aştîya rastîn bijîn. Ji bo wê jî divê di destpêkê da em rihê xwe têr bikin. Vê yekê bi alîkariya zindiyan, bi bêhn û rengê xwezayê, bi dengê hunerê û bi çanda heskirinê pêk tê û ew ê bi vî awayî jiyanekê jîr û serkeftî derkeve pêşiya me.
Bi hêviya ku aştîya rastîn jiyana me tevan li ser bingeha mirovhezîyê ava bibe.
Bi hezkirin…
Leylana Sidîq