DAXWEYANÎYA BIZAVA ASTÎYA NAVXWEYÎ DI DERBARÊ CIVÎNA CENABÊ SEROK MESUD BARZANÎ Û GENERAL MEZLÛM ABDÎ DA.

Civîna Cenabê serok Mesud Barzanî di gel General Mezlûm Abdî jibo yekrêziya siyasî di navbera partiyên Rojava da, em û hemo gelê Kurdisatnê, gelek şad û bextewar kirin. Ev demeka dirêj e ku gelê Kurd, hevpeyman û dostên wî bi coşeka Mazin li benda civîneka hosan bûn. Vê civînê, li ser asta netewî û navnetewî, hêvîyeka mazin jibo yêkrêziya siyasiya li Rojava peydakir. Lewma ew dibe qonaxeka elzem, jibo caresrkirina arîşeyên navxweyî û jibo misogerkirin û nasandina mafên gelê kurd, di çarçoveya tifaqên siyasî û destûrî da digel hukûmeta nû li Şamê, herwesan piştevanîya hevpeymanên kurdan bo Başûr û Rojava bi hêztir û rewatir dike.
Bê guman tubahî di navbera Cenabê Serok Barzan û General Mezlûm Abdî da, dê li ser asta navxweyî, navnetewî û Suriyê, hêzeka mazin bide çareserkirina pirsa gelê me li rojava.
Em vê pêvajoyê ji dil, li gelê kurd li Rojava û li herderekê pîroz dikin û hêvîdarin ku hemû partîyên Kurdistanî û diyaspora Kurdistanê li derveyî welatî jî, bê teredut û bê qeyd û şert, piştevanîya vê pêvajoyî bikin.
Dr Musa KAVAL
Serokê Bizava Aştîya Navxweyî.
18.01.2025.