PEYAMA NEWROZA SALA 2025ê

Em bi navê Bizava Aştîya Navxweyî-BAN, Newroza sala 2025ê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikin. Hêvîdarin ku gelê me di hemû salên werin da, cejna Newrozê û hemû cejnên xwe bi azadî, aştî û bi bextewarî pêroz bike. Herwesan em hêvîdarin ku hemû kurd delîva Newrozê bikin rojeka nû, jibo nehêlana dilmayînan, dijhevîyan û nakokîyan, di nav malbatan da, di nav kesukaran da, di nav civatê da, di karûbarên siyasî û civakî da.
Bi vê delîvê, em bangî li partîyên siyasî yên Kurdistanî dikin ku ji bo bidestxistina mafên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, nexşerêyeka sitratejî di navbera xwe da danin, ku bibe sebebê li hevhatin û tubahîyan li ser astên siyasî, diplomasî û li ser hemû astên din ên pêdivî.
Her wesan bi vê delîvê em prozbahîyên ji dil, li hêzên siyasî yên Rojava Kurdistanê û li rêberên wan dikin, nexasime li PYDê û li ENKSê ku tifaqeka tarixî di navbera xwe da avakirin. Wan bi vê tifaqê ûmûd û daxwazên gelê kurd li her derkê bicihkirin û bi taybetî li Rojava.
Dr. Musa Kaval
Serokê Bizava Aştîya Navxweyî BAN.
20.03.2025